Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriye û Ordonê hoşdarî dane Iraqê

10:03 - 2 Tebax 2026

Sûriye û Ordonê bi fermî hikûmeta Iraqê ji tevgera milîsên alîgirên Îranê yên li ser sînorên xwe agahdar kirin û hoşdarî danê. Wan diyar kir ku her êrişek ji axa Iraqê dest pê bike, wê bi bersiveke leşkerî bê bersivandin.

Çavkaniyên agahdar dan zanîn ku aliyê Sûrî rasterast pêwendî bi berpirsên Iraqê re kiriye û hoşdarî daye wan ku divê Bexda rê li ber van gavan bigire. Ji aliyê din ve, çavkaniyên Ordonî ragihandin ku agahî di destê wan de hene li ser pilana milîsan ji bo armanckirina axa Ordonê û ew jî amade ne bi tundî bersivê bidin.

Di 16ê Tîrmeha 2026an de, Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragîhandibû ku hewldana qaçaxçîtiya çek û mûşekan li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê hatiye pûçkirin. Hat ragihandin ku armanca van çekan ew bû ku bi rêya axa Sûriyeyê ji bo Hizbullahê bêne veguhestin. Heta niha Iraq û Hizbullahê li ser vê bûyerê ti daxuyaniyên fermî nedane.