Serokê Meclisa rêjîma Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihîşt Iraqê û li destpêkê de bi awayê watedar li cihê kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst û Ebû Mehdî Muhendis li Bexdayê konfiransekî rojnamevanî li dar xist.
Qalîbaf di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku destpêkirina serdana wî ji vê nuqteyê semboleke girîng a dîroka hevpar e, wî cehd kir ku bi wî cureyî vê peyamê bigehîne Hikumeta Êraqê ku dive dest ji givaşxistina bo ser girûpên niyabetî yên Îranê li Êraqê ji bona çekkirina wan berde. Wî diyar kir ku ev her du kesayet herêm ji gefên DAIŞê rizgar kirine û pirsî ka gelo kuştina wan karîbû pêşiya eniya berxwedanê bigire. Qalîbaf îdia kir ku Îran dê li herêmê bi hêz bimîne û dijmin nikarin bigehêjin armancên xwe.
Terorîst Qalîbaf anî ziman ku ew dê ligel rayedarên bilind ên Iraqê bicive da ku sîstema hevkariyê xurttir bikin û daxwaza zêdekirina hevahengiyê di navbera welatên herêmê de kir.
Rêjîma terorîst a Îranê cehdê dike ku belkî bikare pêşya biryara Elî Zeydî yê Serokwezîrê Îraqê bo nehêlana milîsan bigre, di rojên derbasbûyî de Ebas Êraqçî, Terorîst Qaanî û nihajî Qalîbaf sardana Êraqê kirine, lê heya niha lahî û daxwaz û cehda wan bêencam maye.