Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Truth Social” de ragihand: “Ti danûstandin an gotûbêjek digel paşmaweyên rêjîma Îranê bo lihevkirin an dawîanîn bi şer, bi rê ve naçe û ti bernameyek jî bo danûstandinên zêdetir nehatiye dariştin”.
Tiramp tekekz kir dorpêça tevav a deryayî bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê berdewam e û tengava Hormoz bo hatinûçona gemiyan vekirî ye û tevaviya mînên deryayî li rêya hatinûçona gemiyan de hilgirtine an teqandine.
Donald Tiramp ev yeka jî ragihand ku agirbesta 60 roje digel paşmaweyên rêjîmê bi dawî hatiye û êdî ti agirbesteke din li bernameya Amerîkayê de nîne.
Pêka datayên şirketa çavdêriya deryayî ya “Kiplêr” ji roja Înê ya heftiya derbasbûyî heta roja Yekşemî ya vê heftiyê, derbasbûna 28 gemiyên ticarî ji tengava Hormozê de hatine tomarkirin.
Piştî vê peyama Serkomarê Amerîka li derheq nebûna ti danûstandinekê de û bi dawîhatina dema agirbestê, egera alozî û ji nû ve destpêkirina şer û êrîşan heye.