Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Navxweyî ya Îraqê ragîhand çek tenê dê destê dewletê de be

10:29 - 19 Tebax 2026

Di berdewamiya hewldanên herêmî ji bo sînordarkirina çalakiyên milîşayên girêdayî bi rejîma Îranê û çekkirina wan, Wezareta Navxweyî ya Îraqê careke din tekez li ser berdewamkirina pêvajoya qorixkirina çekan ku di destê dewletê deye, kir.

“Seid Moen”, Serokê Navenda Ragihandina Ewlehiya Îraqê, got ku ev pêvajo pêvajoyeke neteweyî û ewlehiyê ye ku armanc, bihêzkirina desthilatdariya dewletê, serweriya yasayî û parastina ewlehî û aramiya Îraqê ye.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Îraqê, Moen tekezî kiriye ku ev pêvajo ti kom, tevger an pêkhateyek taybet nake amanc.

Navbirî got ku qorixkirina çekan di destê dewletê de bi wateya sînordarkirina çekên giropan an pêkhateyek taybet nîne, lê hemû çekên ku li derveyî çarçoveya saziyên fermî yên dewletê ne ji xwe digire.

“Moen” herwisa ragihand ku hejmarek ji komên çekdar yên di bin rêveberiya fermî ya “Heşdi Şeibî” de, di kiriyarekê de dest bi radestkirina çekên xwe kiriye û komên din jî di heman rê de gavên xwe davên.

Ev hewldanên hikûmeta Îraqê di demekê de tên ku hewldana çekkirina komên din yên wekî Hemas û Hizbullahê jî, ku girêdayî rejîma Komara Îslamî ne, hatine destpêkirin.