Ajansa xizmetguzariyên sînorî ê Kanadayê (CBSA) ragehand Seyîd Selman Samanî, cihgir û berdevkê berê ê Wezareta navxwe a rejîma Îranê li welatê Kanadayê de derxistiye.
Samanî dûyemîn berpirsê pilebilind ê rejîma Îranê ye ku li ser bingeha yasaya sala 2022an bo qedexekirina hatina desthilatdarên Îranê bo Kanadayê, biryara derkirinê li ser hatiye dane.
Li gorî raporta CBSA, Samanî li navbera salên 2007 heya 2021an li postên cur bi cure rejîmê kar kiriye û wefadariya xwe a tam bo sîstema rêjîma tepeserkar a Îranê selmandiye.
Lîjneya Penaberên Kanadayê li sala 2024an biryara derkirina wî da û dadgeha fêdrral jî wê heftiyê daxwaza pêdeçonê red kiriye.
Dadwer, Sêbastiyen Giramond tekezî kir ku Wezareta ku Samanî tê de kar kirî, serperestiya wan hêzên ewlehî kiriye ku li kuştara welatiyan de berpirs bûn, herwisa wek berdevk li dema tepeseriya bi xwîn a nerizatiyên Xezelwera 1398an de bi eşkere berevanî li cinayetên rejîmê kiriye.
Her di vê derheqê de jî, Wezareta Firansê ragehand ku li bersiva azardan û rêgiriya Komara Îslamî li vegerîna du dîplomatên Firanseyî bo Tehranê, dê du dîplomatên rejîma Îranê li xaka Firansê de derêxe.
Jan Noêl Baro, Wezîrê Derve ê Firansê ragehand, li rojên bê de du dîplomatkarên Îranê wê li Parîsê de bêne derxistin, navbirî îşare bi vê kir ku xelkê Îranê qurbaniyê sereke ê tepeseriya xwînawiya navxwe û aloziyên derekî ne û tekezî kir ku Firanse piştgîrî li xebatkarên medenî û qatên cuda yên Îranê dike.