Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka sûçên li ser 17 hekkerên ser bi spaha pasdaran ragehand

11:24 - 19 Tebax 2026

Wezareta Dad a Amerîka roja Sêşemî 27ê Gelawêjê Tawan anku sûçdariya 17 endamên Damezraweya Mebna, li Tehranê de ragehand, ew kesane bi birêvebirina hêrîşeke berfireh a saybêrî bi armanca dizîna zaniyariyên zanistî, lêkolîna xudan hizran hatine tometbarkirin.

Li gorî daxûyaniya Wezareta Dad, ew tohmetbarane li ser daxwaza spaha pasdaran û damezrawên din ên Komara Îslamî ew êrîşên saybêrî encam dane.

Li wan tohmetên nû de hatiye ku li sala 2013an de wê girûpê êrîş kiriye ser sîstema 144 a Zanîngeha Amerîka, 178 Zanîngehên biyanî li 22 welatên cuda de, 42 şîeketên taybet ên Amerîka, 11 şîrketîn biyanî û çendîn rêkxistinên fêdralî û hikumetî.

Wezareta Dad ragehand ku damezraweya Mebna pitir ji 100 hizar ekantên mamosteyên zanîngehê li seranserê cîhanê de kirine amanc û şiyane dest bi ser pitir li 8 hizar ekantên Îmêlî de jî bigre.

Li daxûyaniyekê de îşare bi vê jî hatiye kirin ku li egera selmandina tawanan de, renge hinek ji wan tometbaran bi sizaya heya 20 sal girtîgehê jî bêne siza dan.