Pêka datayên şêwreya bilind a kar, xercî her malbateke kedkarî li Îranê ji 80 milyon Tûmenî derbas bûye, ev yeka li halekê de ye ku pêştir ev rêje 42 milyon Tûmen hatibû ragihandin, bi vî awayê tê dîtin xercê malbatên kedkaran li 6 heyvan de zêdetir ji 2 qat bilind bûye.
Li vê derheqê de Muhsin Baqirî, endamê tîma kedkarî ya şêwreya bilind a kar, xercê malbatên kedkarî bi berhevdanîn digel datayên dawiya sala derbasbûyî, anku nêzî 6 heyvên derbasbûyî, 2 qat zêde bûye.
Navbirî ragihandiye, datayên bikarhatî yên destpêka Zistana sala par e ku 42 milyon Tûmen bû û pêka datayên nû, ev rêje niha ji 80 milyon Tûmenî derbas bûye.
Herwisa Muhsin Baqirî huşdarî da, bilindbûna nirxa bênzîn, zêdebûna teweromê û giranbûna hewcehiyên din ên jiyanê, givaşa bo ser jiyana dijwar a kedkaran zêdetir kiriye.
Navbirî ev yeka jî ragihand ku rêjeya dawî ya xercê malbatên kedkarî hêj bi fermî nehatiye ragihandin û komîteya heqdestên kedkaran jî karê xwe dest pênekiriye.