Ev deqa peyamek siyasî û stratejîk e ku ji aliyê Sekretêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve ku ji bo beşdarên korîyada 81 saliya damazrandina Hizbê li Waşîngtonê hatine şandin. Gotar proje û dîtina Hizbê ji bo paşeroja siyasî ya Îranê, awayê derbasbûna ji deshilata niha, û bingehên çareserkirina pirsyarên neteweyan dixîne ber çavan.
Rêzdaran!
Beşdarên merasima yada 81 saliya damazrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Waşîngtonê!
Bi vê boneyê ez pîrozbahiyê li hemû rêberayetî, kadr, pêşmerge, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat dikim.
Hevdem serê rêzê ditewînim ji bo hemû wan hezaran têkoşerên ku rêvîngên vê rêka dûr û dirêj û tijî asteng û dijwarî bûn gelekan cane xwe gorî kirin, yan li ser vê rêyê hatine girtin, darvekirin, û ji welatê xwe hatine derbederkirin, da ku ev Hizb her li ser pêyên xwe û bi hêz bimîne.
Spas û rêz ji bo we beşdarên vê korîyadê li Waşîngtona paytexta Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Ez serbilind im ku wek Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê civînê re derfet heye ku bi kurtî armanc û siyasetên vê Hizbê bixim ber bas, ji bo agahdarkirina we rêzdaran û nasîna zêdetir a Hizba me.
Li çarçoveya hevkêşeyên herêmî û wan guhertinên ku tên çavnihêrîkirin, careke din awayê çêkirina qewareya siyasî ya Îranê û paşeroja "pirsa neteweyî" ya gelên li vê erdnîgariyê dijîn, di rojevê de ye. Ji bo pêşkêşkirina alternatîfek dêmokratîk ji bo rejîma niha di nav wan senaryoyan de ku ji bo paşeroja Îranê hatine pêşkêşkirin, federalîzma neteweyî-cografiyayî modela siyasî ya herî guncaw e. Li vê modelê de geşedan û giraniya tevgera Kurdistanê û herêmên neteweyî yên Îranê rolek biryardar dilîzin.
Ji ber vê yekê, hilbijartina her stratejiyekê ji bo guhertina siyasî li Îranê, divê hem li ser bingehê hevsengiya herêmên neteweyî be û hem jî li gorî rêkeftin û dêmokrasiyeke lihevhatî be. Bi vî awayî, armanca dawî ya her pêvajoyek siyasî di paşerojê de, divê çareserkirina pirsa giring a neteweyî be, bi awayekî ku deshilata siyasî û serweriya yekalî ji navendê helweşe û beşdarî û serweriya hevpar a hemû neteweyan garantî bibe.
Ezmûna naskirina Îranê wek erdnîgariyeke pirnetewe, mijarek nîne ku ji paşerojê re bê hiştin, yan bi hincetên cûrbecûr bê paşxistin, belkî beriya her îhtîmal, rêkeftin û derbasbûnê, divê wek modêla herî baş a siyasî, jiyana hevpar bibe bingeh û ji bo dîzaînkirina sîstema siyasî ya paşerojê sûd jê bê wergirtin.
Di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya kurd de, tevgera neteweyî-dêmokratîk a Kurdistana Îranê bi giştî û bi taybetî, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, paşxaneyeke dûr û dirêj ji xebat û têkoşînê heye. Xebat ji bo bidestxistina mafê diyarkirina qederê û parastina nasname û axê û dabînkirina mafên rewa yên neteweya me, prensîbên neguhêr yên vê tevgerê bûn.
Tevgera Kurdistanê di dîroka hevçerx de, bi sedema ewlekarîkirina nasnameya kurdî û ezmûna sûdwergirtina ji rêyên berxwedan û xebata rewa, xwedan rêxistineke xurt û hêzeke fireh a meydanî ye û bandora xwe di hevkêşeyan de îsbat kiriye. Ev tevger, tevî şert û mercên dijwar û astengên li beramberî xwe, ti carî faktoreke demkî yan li qiraxê nebûye, belkî berdewam di xebateke bênavber de bûye.
Tevgera neteweyî ya Kurdistana Îranê, xwediyê projeyeke siyasî ya zelal û modern e ji bo paşeroja Îran û Kurdistanê, ku li ser bingehê mafê diyarkirina qederê û dêmokrasya beşdarbûyî hatine çêkirin. Her nêrîneke navendger, ku hewla piştguhxistna wê bide, ne tenê nikare çareseriya qeyranan bike, belkî mercên paşerojeke aram jî ji holê radike.
Kurdistan, bi hebûna hêzeke piralî û berfireh a meydanî û bi hişyariya neteweyî ve, xwediyê amilîyet, hêz û sermayeya xwe ya civakî ye û beşek e ji çareseriya bingehîn a şer û alozî li Rojhilata Navîn de. Ti pêvajoyeke guhertinê li Îranê nikare serkeftina rastîn bi dest bîne, eger mafê neteweya kurd ji bo serwerî û îradeya siyasî ya Kurdistanê ber çavan negre.
Pirçeşniya neteweyî û pirkêşiya li Îranê de, bi berevajiyê siyaset û nêrîna navendgerî û şovînîstî, ne tenê gef nebûye, belkî derfet û bingeha sereke ye ji bo avakirina paşerojeke aram û dêmokratîk. Qebûlkirina vê pirçeşniyê û dabînkirina mafên neteweyî bi awayekî wekhev, hemû pêvajoyeke siyasî li Îranê ve girê dide bi jiyana hevpar a aştiyane û dilxwazane.
Fêderalîzm: Wek Çarçoveyeke Dêmokratîk
Fêderalîzma rastîn ti carî bi wateya helweşandin yan dabeşbûna welat nayê, belkî mekanîzmayeke pêşketî ya siyasî û birêvebirinê ye ji bo civandina pêkhateyên cûda di nav çarçoveyeke dêmokratîk û hevpar de.
Ev sîstem, deshilatê ji navendekê ve dıguhezîne ji bo rêveberiyeke hevpar ku tê de wekheviya neteweyan, parastina nasnameyên cûda û dabeşkirina dadperwerane ya erk û mafan, ku dibe bingehê aramiya û jiyana hevpar a dilxwazane.
Hevkarî û razîbûna hemû neteweyan, wek peymaneke civakî, rewayiyê dide sîstema rêveberiyê û baweriya di navbera aliyan de xurttir dike. Li beramber de xwesepandin û qorixkirin, dewletê dike sîstemeke tijî kirîz û nearam, ku berdewam li ber dergehê hilweşîn û pevçûna navxweyî de ye.
Kirîzên kûr yên Îranê ti carî bi rêya desteserkirin û monopolkirina biryara siyasî çareser nabin. Derbasbûna ji vê rewşê hewcedarî bi guhertineke bingehîn heye ku bi wê sedemê paşeroja Îranê bi rêya diyaloga kûr, danûstandin û rêkeftina pirneteweyî bê diyarkirin.
Tekezîkirin li ser ewlehiya nasnameya neteweyî, mercê sereke ye ji bo hebûn û mana neteweyên blindest, çimku pêdagirî li ser pirsa nasnameya neteweyan, astengeke sereke ye li beramber siyasetên helandin û piştguhxistina wan. Li heman demê de ewlehiya nasnamê ji bo van neteweyan, bi wateya parastina hebûna fizîkî, kultûrî, zimanî û siyasî ye, li beramber her cûre gefekê.
Ev rastiya dîrokî û siyasî, bi zelalî nîşan dide ku ti sîstem nikare navê dêmokrasiyê li xwe bike gava ku mafên mirovî û neteweyî yên erdnîgariyeke pirnetewe zewt bike. Li aliyekî din ve jî bêyî hebûna dêmokrasiyeke rastîn, zilm û zora li ser neteweyan û rehendên din yên zilmê, berdewam dibin, ji ber vê yekê dêmokrasî û mafê neteweyî du prensîbên bi hev ve girêdayî ne.
Hewcedariyên Derbasbûnekî Serkevtî
Derbasbûneke siyasî ya serkevtî bi armanca derbasbûna ji rewşa zilmê û dawîanîna bi ezmûna têkçûyî ya navendgeriyê, divê li gorî beşdarbûna aktîf a neteweyan û razîbûna pêkhateyên cûda bê avakirin:
1 - Êitirafkirin bi herêmên neteweyî wek aliyê sereke yê beşdarbûna siyasî di çêkirina nexşerêya derbasbûnê de.
2 - Çespandina yasayeke giştgir ku tê de hemû netewe û pêkhate piştrast bin ku mafên wan yên siyasî tê de parastî ne.
3 - Bi karxistina mekanîzmaya federalîzma rastîn, ji bo dawîanîna bi monopolbûna navendê û siyaseta dagîrkeriyê, bi mebesta dabeşkirina dadperwerane ya deshilat û çavkaniyan.
4 - Xweşkirina rê û zemîneyekê ji bo diyalogeke hevseng di navbera hemû aliyên siyasî û civaka medenî de ku divê hemû beşên civakê li xwe bigire.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tekeziyê li ser wê rastiyê dike ku federalîzma rastîn û hevkarîya dilxwazane kite rê ye ji bo avakirina Îraneke dêmokratîk, çimku dîrok û hevkêşeyên siyasî îsbat kirine ku bêyî dabînbûna mafê neteweyî, dêmokrasî ti carî sernakeve û bêyî dêmokrasiyeke kûr, netewe ji bindestiyê rizgar nabin. Ji ber vê yekê Îrana paşerojê divê li ser bingehê serweriya siyasî ya hevpar û wekheviya hemû neteweyan bê avakirin. Berevajiyê vê yekê, dubarekirina derbasbûyî, ti aramiyê ji bo paşerojê peyda nake. Em tekeziyê jî dikin ku bêyî pênasekirina nû ya çemka "netewe" li Îranê, peywendiya dagirkariyê ji bo hemîşeyî dimîne. Ev pêwîstî mercên bingehîn in ji bo ku pêvajoya derbasbûnê bibe destpêkek ji bo dêmokrasiyeke demdirêj û encamdar.
Di dawiyê de, wek Hizba Dêmokrat, bi xwendina derfet û gefên li ser rêya tevgera neteweyî ya Kurdistanê, berpirsiyariya xwe ya dîrokî ber çavan digirin û em mukum in li ser pêkgihîştina neteweyî û hev-xebatî digel neteweyên din û pêvajoyên dêmokrat û azadîxwaz, ji bo sernixûnkirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê û avakirina Îranekê ku cûdahî hebe ji berê.