Fetwaya cîhadê ya Xumênî di 28ê Gelawêjê de fermana dagirkirina Kurdistanê bû
28ê Gelawêja 1358an (19ê Tebaxa 1979an) xala guherîna peywendiya kurdan li gel Komara Îslamî û roja derxistina fetwaya cîhadê ya dijî neteweya kurd bû, fetwayek ji bo tolstandina sîstematîk ji neteweyekê ku bi hişyarî û yekdengî «Na» ji rêferanduma Komara Îslamî re got. Ew fetwa ne biryareke nişkêve, belkî di rastiyê de pevçûna du paradaymên fikrî û siyasiyan bû. Ji aliyekî ve nêrîna dagirkerî û totalîtarîzmê bû ku hewla ji nû ve çêkirina pêkhateya desthilatdariyê dida, ji aliyê din ve jî tevgera rizgarîxwaziya kurd bû ku rengvedana îradeya rastîn a gel bû ji bo gihîştina mafên xwe yên bingehîn û gelên din ên li Îranê.
Fetwaya 28ê Gelawêjê, fermaneke nû bû ji bo siyaseteke naskirî ku çavkaniya wê ji wê nêrînê dihat ku berê jî di serdema desthilata padîşahiyê de ji aliyê desthilata navendî ve dijî neteweya kurd hatibû bikaranîn. Di Gelawêja 1358an de, desthilata nû bi berdewamîdana siyaseta înkar û helandinê û bi êrişkirina ji erd û asman ve, siyaseta dagirkeriyê ji bo ser Kurdistanê dubare kir. Leşkerkêşiya Komara Îslamî bi biryara Xumênî di demekê de bû ku neteweya me li Rojhilatê Kurdistanê, maf û daxwazên xwe yên rewa li ser bingehê beşdariya siyasiya dadperwerane û çareseriya aştiyane ya pirsên kurd, bi şêwazekî dêmokratîk û bi rêya diyalog û danûstandinê birêve dibir. Belê desthilatdarên Îranê nekarîn niyeta xwe ya dijminatiya li beramberî kurdan veşêrin.
Di 28ê Gelawêja 1358an de Xumênî di peyamek tund de fetwaya cîhadê dijî xelkê Kurdistanê ragihand. Ji aliyê siyasiyî û olî ve, bikaranîna çemka cîhadê li beramberî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, rewaitî da hêzên çekdar ku her cure tundûtûjiyê li beramberî xelkê Kurdistanê encam bidin. Hêj di roja yekem a ragihandina fetwaya cîhadê de, hêzên çekdar ên Îranê û bi taybetî hêzên Spaha Pasdaran bi çekên giran û piştevaniya hêza asmanî ber bi bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve hatin veguhastin.
Di destpêka êrişan de bajêrê Pawe û navçeyên Hewramanê ketine ber êrîşa hêzên Spaha Pasdaran û hatin dagirkirin. Rasterast li gel dagirkirina bajêrê Pawe, Sadiq Xelxalî wekî hakimê şer' gihîşt navçeyê û di dadgeheke sehrayî de bi dehan kes ji welatiyan gullêbaran kirin ku birîndar, mamoste û bijîşk jî di nav wan de bûn. Piştî dagirkirina bajêrê Pawe, êrişan berê xwe da bajarên din ên Kurdistanê bi taybetî Sine, Merîwan, Seqiz û Mehabadê. Piştî kontrolkirina bajaran, êrişa Spaha Pasdaran gundan jî vegirt û bi komkujiya welatiyên gundê Qarnê û Qelatanê, zincîre êrişên li pey hev ji bo ser gundên Kurdistanê hatin birêvebirin.
Li beramberî wê êrişa leşkerî û herwisa fermanên piştre ku bi hezaran welatî û têkoşerên kurd hatin gullêbaran kirin, xelkê Rojhilatê Kurdistanê nekefte qedeman û teslîm nebû. Berxwedana kurdan nîşan da ku îradeya neteweyekê ji bo man û azadiyê, ji her ferman û êrişekê bihêztir e. Di vê rojê de xwîna bi neheq rijiyayî a wan ciwan, jin û welatiyan bi bîr tînin ku bûn qurbanî û navên wan wek şehîdên rêya azadiyê di dîroka Kurdistanê de zindî ma.
Di niha de jî berdewamiya heman siyaset û fetwaya cîhadê ya Xumênî dijî neteweya kurd, di kuştina welatiyan, darvekirinan, tepeserkirina çalakan û armancgirtina sîstematîk a nasnameya kurd de bi zelalî tê dîtin. Li beramberî vê siyasetê, erkê îro û dîrokî ya neteweya me, parastina yekrêziya neteweyî, xurtkirina piştevaniya navbera hemû neteweyên dêmokratxwaz û xweragirtin e di sengera têkoşîna sivîl û siyasiyî de. Têkoşîna me jî ji bo dêmokrasî, tunekirina cudakarî û bidestxistina mafên me bi taybetî mafê diyarkirina qederê, bi gavên qahîmtir ji berê heta bidawîanîna vê eqiliyet û desthilata desthilatparêz berdewam dibe.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
27ê Gelawêja 2726an