Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekî rêjîma Îranê neyê herifandin jî dibe reftara vê biguhere

10:19 - 2 Tebax 2026

Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku reftara rêjîma Îranê dibe biguhere û heta niha ev rêjîma rastî serkomarekî wek Donald Tiramp nehatibû, serkomarek ku siyasetek cuda li ser binyata givaşên serbazî û aboriyên bê mînak li ber xwe girtiye.

Herwisa navbirî tevî îşare bi siyasetên pêştir ên Amerîkayê da zanîn ku Donald Tiramp ti derftetek neda rêjîma Îranê ku bikare li jêr sîbera piştevanîkirina serbazî, beranmeya xwe ya navkî berdewam bike û hewla Donald Tiramp bi şikandina şiyana serbazî û tundtirkirina givaşan, rêjîma Îranê neçar kir ku vegere ser masê danûstandinan.

Herwisa navbirî tekezî kir wateya axaftinên vî renge herifandina rêjîmê nebe lê dibe naveroka vê rêjîmê bê guherîn.

Axaftinên navbirî li halekê de ye ku pêka bawera karnasên siyasî, naverok û siyaseta rêjîma Îranê bi awayekî ye ku îmkana reform û guherîna naverok û refta rêjîmê bi ti awayekê nîne û take rêya guherîn, herifandina vê rêjîmê ye.