Serkomarê Amerîka, roja çarşemê destpêkirina "werankertirîn operasyona aborî" ya dijî rêjîma Îranê ragihand û hişyarî da tevahiya wan welat û şirketên ku hevkariya aborî ya Îranê dikin.
Tiramp di peyamekê nivîsiye ku derfeteke zêde daye rejîma Îranê bo gihîştina bi rêkeftinê, lê Tehranê ew derfet ji dest da ye.
Navbirî got: Ku wisaye, îro ezê operasyona herî giran a aborî rabigihînim ku heta niha dijî ti welatekî nehatibe encamdan."
Serkomarê Amerîka bal kişand ser wê yekê ku hêza deryayî û asmanî û komelgehên pîşesazî yên leşkerî yên Îranê weran bûne û diravê welêt nirxa xwe ji dest daye. Wî tekez kir ku ev dê şeřekî aborî û goşegirikirinê bibe li astekê de ku berê wêneya wê tinebûye.
Tiramp hişyarî da hemû wan welatên ku rêyê bi damzraweyên darayî, balafirxane yan kerta xwe ya bazirganî didin ku hevkariya Îranê bikin û got ku qaçaxiya Neftê, alûgora dirav, tomaranina keshtiya gumanawî û şirketên saxtan divê destbecê bêne rawestandin.
Tiramp ev pêngav wekî "Roja Serkevtina Aborî" binav kir û daxwaz ji hevpeymanên Amerîkayê kir ku alîkar bin bo têkşikandina metirsiya Îranê.