Li gorî nûçeyên medya navxweyî ya Îranê, Nîlûfer Şadmêhrî, şêwirmenda çandî ya balyozxaneya Komara Îslamî li Parîsê, roja çarşemê 28ê Gelawêjê ji aliyê dewleta Firansê ve ji vî welatî hate derxistin.
Jean-Noël Barrot, wezîrê karên derve yê Firansê, roja sêşemê bi belavkirina peyamekê li ser Xê (Twitter) ragihandibû ku Parîs di tevgerekî beramber de dixwaze du dîplomatên Îranî "di paşerojeke pir nêzîk de" li Firansê derêxîne. Berê wezareta karên derve ya Komara Îslamî qedexekirina ketina du karmendên balyozxaneya Firansê bon ava Îranê ragihandibû û gotibû ku ev du dîplomatên ku di tîrmehê de li Tehranê tûşî "nîqaşeke dîplomatîk" bibûn, ji ber "binpêkirina konvansiyona Viyenê" destûra vegera wan bo Îranê tune ye. Di daxuyaniya vê wezaretê de ev dîplomatên Firansî wekî "kesên nexwestî û nebidil" hatibûn binavkirin.
Li gorî nivîsa ajansa nûçeyan a Mêhrê, Nîlûfer Şadmêhrî berê pirtûkek bi navê "Xatîratê Sefîr" (Bîranînên Balyoz) belav kiribû ku tê de "tecrubeya jinekî misilman a Îranî li Fransayê" vegotibû.
Fransê hêj nav û posta dîplomatê din ê Îranî ku dê ji vî welatî bên derêxistin, belav nekiriye.