Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike heta hilveşîna dorpêçên deryayî em tengava Hormoz venakin

10:34 - 20 Tebax 2026

Pasdar Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîmê û danûstankarê payebilind ê paşmaweyên rêjîmê li danûstandinan digel Amerîkayê li civîna meclîsa rêjîmê de îdia kir: “heta dema berdewambûna dorpêça deryayî ya li ser qiraxavên Îranê neyêne hilveşandin, darayî ya bloke bûyî a Îranê neyê azadkirin, dorpêça bo ser nefta rêjîmê bi dawî neyê û gef û operasiyonên serbazî li hemû eniyan de neyêne sekinandin, tengava Hormoz jî venabe”.

Wî pasdarê terorîst îdia kir ku agirbestê derfetek baş daye rêjîmê ku şiyana berxwdana xwe û nûjenkirina berevanîkirinê zêde bike û rêjîm amade ye pêka karê dujmin, wan zêdetir ji berê rastî şikestê bike.

Navbirî li îdiayên xwe de nerizayetiya xelkê û şeq û netebayî ketina li nav bask û taqimên desthilatar, xiste stuyê aliyê binav dujmin û gefxwar her kes an dezgehek bibe sedema nerizayetiya xelkê li meydana dujmin de dilîze.