Roja Sêşemî 27ê Gelawêja 1405an, li hola yaneya netewî a Rojnamenivîsan li Waşîngtona paytexta Amerîka, kombûnek siyasî di astekî bilind de bi hilkefta 81 saliya damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistan a Îranê birêve çû.
Biryarbidest, lêkolînerên asayîşa deverî û serkirdên siyasî ên Kurd li vê kombûê de civiyan, û mijarên cuda yên wê kombûnê ev bûn: birêz Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Gotara Fîdralîzim, bersiva rastîn bo firenetewîbûna li Îranê di peyameke vîdyoyî de bo kombûnê pêşkêş kir.
Birêz Hicrî çar mercên sereke bo veguhastinek serkeftî anî berbas, Biresmînasîna deverên Netewî, Çarçêweyek yasayî a Giştgîr, Fîdralîzma rastîn, û Diyalogek seranserî li navbera hêzên siyasî de.
Li beşek din a kombûnê de, Hejar Birîncî, Nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Amerîka, li çarçêweya mijarên Dîplomasiya rastewxwe û Yeketiya Serbazî-Siyasiya Kurd, îşare bi vê kir ku amanca sereke, çêkirina kanalek peywendî a berdewame li navbera Waşîngton û hêzên siyasiye rêkxiravên Rojhletaê Kurdistanê.
Li panêlek taybet a şîkarî de bi beşdariya şarezayên xûya çend xalek sitratejîk hatine ber bas.
Rehendên hêza Kurd, Şûkirye Biradost pispora Jîopolîtîk û ewlehiya navdewletî îşare bi vê kir ku hêz û şiyana Kurdan tenê li çekdariyê de kurt nebûye, belkî torên Civakî, baykota hilbijartinan, û rêberayetîkirina pêla şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, nîşanderê hêza nerim û bandora kûr a civakiya Kurd in.
Dr. Deyvîd Ramswêr, Şîwirdarê berê ê Cihgirê Serokê Amerîka hoşdarî da ku piştguhxistina Kurdan ji aliyê Rojava ve xeletiyek Sitratejîye, navbirî got, bi bê siyasetek rohn hember bi Kurdan, Waşîngton dê li cihgirkirina ewlehiyê de şikestê bixo.