Muhsîn Mûsewî yê nûnerê mecîsa rêjîmê ragihand heqdestên ku qatê xwarê ên civakê yên wek kedkaran verdigrin, digel nirxa teweromê yek nagire û daxwaza zêdekirina heqdestan pêka bilindbûna nirxan kir.
Ev yeka li halekê de ye şêwreya bilind a kar li destpêka Zistana 1404ê de heqdesta herî kêm 16 milyon Tûmen diyarî kiribû û xercê her malbateke kedkarî jî bi 42 milyon û 900 hezar Tûmen bi fermî ragiahndibû.
Pêka amarên ku navenda amar a rêjîmê belavkirine, nirxa hewcehiyan li heyva Pûşpera 1405 bi berhevdanîn digel heyva pûşpera sala 1404, %87.9 zêde bûye.
Ji aliyê din ve amarên rêjîmê didin xuya, nirxa 8 curên xwarinan ji 10 curên xwarinan li heyama salekê de zêdetir ji 2 qat zêde bûye, xwarinên wek rûn 3.6 qat, şîr, penîr, hêk û goşt 2.5 qat û nan û dexludan û êmîş û meyweyan zêdetir ji 2.2 qat bilind bûne.
Rewşa jiyana xelkê bi sedema giranî û bêkarî û tewerom û kêmiya heqdestê, roj bi rojê xirabtir dibe û kêm kesh eye ku bersivderê jiyana xwe û malbata xwe be.