Ebdulnasir Hêmetî, serokê banka navendî ya rêjîmê li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de îtiraf bi pirsgirêk û astengiyên aborî li Îranê de kir û ragihand ku bi sedema dorpêça deryayî ya Amerîkayê ti neftek nayê firotin û Amerîka îznê nade rêjîm bikare ji paşkevtên xwe mifahê verbigre.
Navbirî li axaftinên xwe de îşare bi cudatiya li navbera Îran û welatên din ên kendavê kir û got: “welatên wek Qeter û Îraqê destpêregihîştin bi paşkevtên xwe hene, lê paşkevtên me ji aliyê Amerîkayê ve hatine daxistin û derfeta bikaranîna wan nade me”.
Wî berpirsê rêjîmê ragihand ku hinardekirina nefta Îranê gihîştiye sifrê û hivîdar e ku lihevkirina li navbera Amerîka digel Îranê careke din bê zindîkirin û danûstandin bêne kirin.
Navbirî îtiraf kir ku daketina dahat neftî, bacvergirtin û bîmeye dabînkirina civakî, tevaviya beşên aboriya Îranê xistiye bin bandora xwe.