Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan daxwaza girtina berpirsên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê kir

11:49 - 20 Tebax 2026

Pêka rapora Elmanîtor, Erebistanê daxwaz ji “Elî-Elzeydî” Serokwezîrê Îraqê kiriye rêberên milîsên ser bi rêjîma Îranê ku ji destpêka şerê Îranê ve bi êrîşkirina bo ser Erebistanê hatine tometbarkirin, binçav û dadgehî bike.

Pêka rapora Elmanîtor, ev daxwaza Erebistanê li halekê de hatiye kirin ku Erebistan li pey kêmkirina dijheviyan digel Îraqê û pêşvebirina danûstandinên perdepoşkirî digel paşmaweyên rêjîma Îranê ye.

Erebistan daxwaza vergirtina bersivê netenê ji hêzên êrîşkar, belku daxwaza lipeyketinê bo rêberên wan milîsan kiriye ku fermana êrîşkirin bo ser Erebistanê bi wan kesan dane.

Daxwaza Erebisatnê piştî êrîşkirina hevpar a Erebistan û Amerîka bo ser binkeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê ya heyva derbasbûyî hatiye kirin.