Îshaq Hêrtzog, Serkomarê Îsraîlê, di hevpeyvînek taybet digel kanala “Fox News Digital”re hişdarî da ku Komara Îslamî ya Îranê hîn jî gefeke mezin e ji bo Amerîka û aramiya cîhanê. Wî diyar kir ku îdeolojîya Tehranê ji sînorên Rojhilata Navîn derbas bûye.
Hêrtzog ragihand: “Rejîma Îranê eva çend dehik in ku bûye metirsiyeke stratejîk ji bo ewlehiya cîhanê, ne tenê ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn. Ew serwet û samana xelkê Îranê dibin û bo piştgirîkirina têrorê li hemû cîhanê xeriç dikin.”
Serkomarê Îsraîlê herwisa amaje bi vê yekê kir ku bernameya mûşekî, piştgirîkirina girûpên niyabetî û hewildanên etomî yên Tehranê hemû li ser bingeha îdeolojîya rejîmê tên meşandin.
Wî herwisa got: “Hejmareke zêde ji hevwelatiyên Amerîkayê bi destê vê rejîmê hatine kuştin, ji ber vê yekê ev metirsiyeke rasterast in ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê.”
Ev daxuyaniyên Hêrtzog di demekê de hatin ku Koşka Spî ragihand ku heya Tehran bi awayekî micid venegerê ser maseya danûstandinan, bi şertê ku ji aliyê Donald Tiramp ve were pejirandin, zext û cezayên li dijî Îranê dê berdewam bibin.