Es’ed Al-Şêybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyê, roja înê ragihand ku Şam îhtimala tevlîbûna Peymana Parastinê ya Mekeyê ya di navbera Pakistan, Erebistana û Tirkiyeyê de dinirxîne, lê dîsa jî heya niha di vê mijarê de biryarek neda ye.
Li gorî nûçeya Fox Newsê Şêybanî di dema serdana xwe ya bo Îslamabadê de ji rojnamevanan re got: "Mîna welatên din, me jî li ser peymana parastina hevbeş a Mekeyê lêkolîn kiriye." Wî diyar kir ku Sûriye hîn jî li vê derheqê de gengeşê dike û dê pêşerojê de bijardeya xwe bide xuya.
Heman demê de El-Şêybanî her hewldana lezgîn a ji bo başkirina têkiliyên bi Îranê re red kir û got ku guftûgo bi Tehranê re tenê di rewşekê de dê hebin ku Îran reftar û dîtina xwe ya li hember Sûriyeyê biguherîne.
Wî got: "Vê gavê em ne di pey başkirina têkiliyên bi Tehranê re ne. Ger Îran siyaseta xwe biguherîne, ti dijberiya me bo xweşkirina têkiliyan nabe."
Ev serdan, yekem serdana wezîrê derve yê Sûriyeyê bo Pakistanê ye ji dema hilweşîna hikûmeta Beşar Esed.
El-Şêybanî herwisa got ku Amerîka ji bo kêmkirina aloziyên di navbera Sûriye û Îsraîlê de navbeynkariyê dike.