Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên NATO bijardeyên parastina Tengava Hormozê dinirxînin

10:22 - 22 Tebax 2026

Berdevkê “NATO” ragihand ku “General Alexus Grynkewich” Fermandeyê hêzên esmanî yên Amerîka, civînek vîdyoyî bo hejmarek welatên endamên “NATO” li dar xist, da ku îhtîmala hevkariyê ji bo parastina azadiya keştîvaniyê li Tengava Hormozê bê nîqaşkirin. Lê tekezî kirin ku eva pêngava fermî ya NATO yê nîne.

Li gorî raporan, welatên “NATO” dixwazin xwe ji destêwerdana rasterast di aloziyên li ser Îranê dûr bigirin û li derveyî çarçoveya hevpeymaniyê, tekeziyê li ser wan pilanan bo vekirina Tengava Hormozê bikin, rêyek ku berî meha Reşemiyê nêzîkî yek li ser pêncan a nefta cîhanê jê re derbas dibû.

Ji aliyê din ve, Firanse û Brîtanya digel 12 welatên din  hevpeymaniyek ava kirine, da piştgiriyê bidin garantîkirina derbasbûna ewle ya keştiyan ji Tengava Hormozê, piştî arambûna aloziyan an çareserkirina pirsgirêkan.