Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp Tengava Hormozê weke milkê Amerîka ragîhand

10:48 - 22 Tebax 2026

Serkomarê Amerîka Donald Tiramp ragihand ku ew Hormozê wekî xaka Amerîkayê dibîne. Tiramp da zanîn ku ji bo rêgirtina li ber berhemanîna çekên etomî ji aliyê Komara Îslamî ve, wan operasyonên leşkerî pêk anîne û pêvajoya Bernama etomiye wan rawestandine. Wî da zanîn ku Îran êdî nikare bibe xwedî çekên etomî. Herwisa Tiramp diyar kir ku hêza deryayî, hewayî û beşek mezin ji rêberên rejîmê hatine ji nav birin û danûstandina bi wan re hema hema neyên kirin e.

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka li bersiva vê pirsyarê ku “gelo operasiyonên serbazî yên Amerîka bi dijî paşmaweyên rêjîma Îranê bi sedema dorpêça aborî dê sînordar be an ne” de ragihand ku bijardeya serbazî li dîjî rêjîma Îranê ti sînorek nîne.

Donal Tiramp tevî îşare bi rewşa aborî û serbaziya rêjîma Îranê bi rohnî ragihand ku Amerîka li benda encama dorpêçên aborî bi ser paşmaweyên rêjîma Îranê ye.

Herwisa Donald Tiramp ragihand rêjîma Îranê bê diraf maye, hêza deryayî û esmanî şiyana berê nînin û hiqûqên hêzên çekdar û polîsan nikarin bidin û nirxa teweromê gelek zêde ye.

Serkomarê Amerîkayê eşkere kir ku rêjîma Îranê dixwaze digel Amerîkayê lihevkirinekê bikin, lê hêj amadeyê lihevkirinek serast nînin.