Mayk Canson, Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi Rojnamevanan ragihand, Amerîka qonaxeke nû ya dorpêçên bo ser rêjîma Îranê dest pêdike û bi gotina vî, tekezî bi ser dorpêç û givaşa aborî, dê qonaxa bê ya şerê Amerîka digel rêjîma Îranê be.
Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê gotiye: “Serkomarê Amerîkayê şev û roj bi berdewamî bo çareserkirina rewşa li Îranê hewlê dide, bi awayekê ku alxahîn bibin mezintirîn piştevanê terorîzma dewletî bi ti awayek nekare çeka etomî bi dest xwe ve bîne, çimkî ger bikare vê çekî bi dest xwe ve bîne, dê bi dijî me bikar bîne”.
Mayk Canson da zanîn armanca hertimî a Amerîkayê rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî bûye û niha bi givaşa aborî, me kariye vê rêyê ber rêjîmê dijwar bikin û me pêvajo guheriye.
Pêştir jî Donald Tiramp ragihandibû tevî tekezî bi ser dorpêçên aborî, bijardeya şerê serbazî digel rêjîma Îranê berdest dibe û ti sînorek jî bo vê bijardeyê nîne.