Nûçegehaniya Asoşêtid Pirês, li raportekê de belav kiriye ku bi sedema siyaseta şerxiwaziya Komara Îslamî, sizayên Amerîka û dorpêça deryayî tundtir bûne ku bi vê sedemê abûriya Îranê rastî hiloşînê hatiye û malbatên Îranî piştî şeş mehan li destpêkirina şer, bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî ên jiyanê rûbirûyê tengasiyên dijwar bûne.
Li gorî wê raportê, nirxa hewcehiyên jiyanê bi awayek bê mînak bilind bûye, bi awayekê ku nirxa birinc %60 û nirxa goştê conega jî %150 zêde kiriye, di demekê de bihaya pereyê Îranê bi berhevdan ligel sala derbasbûyî bo nîvê daketiye.
Herwisa amarên Wezareta kar nîşan didin ku heya meha Cozerdanê zêdetir ji Milyonek derfeta kar ji nav çûye.
Ji aliyekê din ve, Sindûqa Navdewletî a pere pêşbînî dike rêjeya teweromê heya dawiya sale bigehe nêzî %70 û abûriya Îranê jî zêdetir li %5 kêmtir dibe.
Li gorî raporta Asoşêytid Pirês, bi sedema givaşa giraniyê ve piraniya malbatan neçar bûne dest ji mîwe, pirotêîn û goşt hilbigrin û heta li rojên teitîl de jî kar bikin heya ku bikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.