Li berdewamiya derkirina sizaya mirin û sitandina mafê jiyanê ji dijber û neraziyan, Dezgeha bi nav Dadweriya rejîma Îranê, Reza Omîdwarî, ku li nerizayetiyên seranserî ên sala 1404an hatibû girtin ku niha li girtîgeha Yezdê de ye, sizaya bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.
Kanûna Mafê Mirov a Îranê roja Înê 30ê Gelawêjê ragehand, dosyeya Riza Omîdwarî nerohn e û dezgeha ewlehî givaşek zêde xistine ser malbata wî heya zanyariyan belav nekin, rêkarek ku mafê hebûna parêzer û pêngavên yasayî li wî girtiyê siyasî ve zewt kiriye.
Hevdem nûçegihaniya Hêranayê belavkir ku sizaya bidarvekirina Erxewan Felahî, ku li ser tohmeta Bexî derçûbû, li dîwana bilind a rejîmê ve hatiye piştrastkirin.
Navbirî berê li jêr eşkenceya derûnî a dijwar de bo wergirtina îfadeyên bizorê li peywendî bi terora du dadweran, Mihemed Muqîse û Elî Razînî de bûye.
Rêkxistinên Mafê Mirovî çendîn caran hoşdarî li ser berdewamiya derkirin û cîbicîkirina sizaya sêdarê li Îranê de dane.
Di vê derheqê de berpirsên Navdewletî û Wezareta Derve a Amerîka bikaranîna sizaya bidarvekirinê wek emrazek bo tepeseriya siyasî bi tundî şermezar kir û daxwaza serbestberdana destbicî a tev girtiyên siyasî kiriye.