Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 524 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, peyama rêzdar Mistafa Hijrî bi vê serdêrê dikeve ber çavan: Damezrandina Hizba Dêmokrat, werçerxaneke girîng e di tevgera neteweyî ya Kurdistanê de.
Rûpela 2 – Gotara Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo simînara ku li Waşîngtonê bi hilkefta 81 saliya avakirina Hizbê hatibû lidarxistin, dikeve ber çavê xwênerên hêja.
Rûpela 3 de – du Peyamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hatine weşandin ku yêk li derheq salvegera fitwaya Xumeynî bi dijî gelê Kurd e û ya dine jî, şermezarkirina êrîşên Îranê yên dijî saziyên Herêma Kurdistanê ye.
Rûpela 4 de - gotara - 25ê Gelawêjê, berdewamiya projeyeke siyasî li dîroka Kurdistanê de, ji nivîsa Sîmîn Rûhanîzade.
Rûpela 5 de gotara - Serwerî û rêkxistina neteweyî Ji îradeya Siyasî ber bi îradeya neteweyî: Stratejîya avakirina Serwerîya, ji nivîsa Nezîr Akat.
Rûpela 6 – du gotar hatine weşandin, Beşa 5 a gotara - Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas, gotara li jêr navê: Ji reşkirina nasnamê ve bo serbixweyî ya hizrî, Ciwanên Kurdistanê û avakirina jêrxana civakê, ji nivîsa Sîbel Xûbayî.
Rûpela 7 ê de gotara - 25ê Gelawêjê: Sîmbola Berxwedana Neteweyî û Rêya Azadîxwaziya Kurdistanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 - de - Ku taybet e bi Hevpeyvîna Agirî, Di hejmara vê carê a Rojnameya Agirî de Hesen Mukerem li ser 25ê Gelawêjê û berdewamiya xebata PDKÎ, digel rêzdar Mihemedsalih Qadirî Kadirê Siyasî ye PDKÎ hevpeyvîn encam daye.
Rûpela - 9 de du kurte gotar hatine weşandin ku evin: - Gotara - Ji Fermana Cîhadê Heta Herifîna Koşka Wilayetê, ji Şemal Terxîbî, û gotara - Rastnivîsandina ‘u’ ya navberê li ciyê ‘û’ di kurmancî de, ji nivîsa Azad Kurdî.
Rûpela 10 - Gotara - Qasimlo ne tenê bîranînek e, ew hêviyek e ku ji nifşekî bo nifşekî derbas dibe, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 524 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “28ê Gelawêjê daxuyaniya hovitiya talankerên şoreşa gelên Îranê yê li dijî xelkê mafxwaz ê Kurdistanê”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 524 a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.