Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qalîbaf dibêje Dema ku gel birsî be, hêza leşkerî nikare berdewam be

16:14 - 22 Tebax 2026

Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîmê êitiraf bi xirabiya rewşa abûrî kir û ragihand: demekê de ku xelk birsî be û rewşa aborî xirab be, hêza leşkerî jî nikare berdewam be.

Qalîbaf, di axaftinekê de li Bexdayê di civîna bazirganên Îran û Iraqê de got: "her çend hêza me ya leşkerî hebe, lê ger xelk birsî be û geşeya aborî ya me baş nebe, şiyana me ya berxwedanê jî namîne."

Gotinên Qalîbaf di demekê de ne ku Amerîka bi rawestandina êrîşa leşkerî bi dijî rêjîma Tehranê, plana cîbicîkirina "girantirîn cezayên abûriya cîhanê" dijî Îranê girtiye ber.

Tiramp hişyarî daye welatên cîhanê ji her cûre bazirganiya li gel Îranê û gefa cezadanê li wan kiriye.

Berê jî Mesûd Pizîşkiyan, serkomarê rêjîmê, behsa serhildana nerizayetiya xelkê birsî û hejar kiribû û di vê derheqê de nîgeraniya xwe diyar kiribû.

Şerxwazî, hewlên terorîstî, hewlên bi dest xistina çekên qedexekirî, desttêwerdana di welatên herêmê û cîhanê de, piştevankirina rêxistinên terorîstî, zalbûna deshilata spaha terorîstî ya pasdaran û binpêkirina yasayên nêvneteweyî, sedemên cezayên Amerîka û welatên cîhanê ne li dijî rêjîma Îranê û di encam de xelkê Îranê baca wan kiryarên rêjîmê didin.