Navenda rapirsiya xwendekarên Îranê ragihand ku dabînkirina malî ya jiyana %55.4 a bikarhênerên înternetê li Îranê, pêwendiya rasterast an nerasterast, bi berdewamiya torên întenetê ve heye.
Pêka datayên vê navenda xwendekariyê, %20.3 a bikarhînerên înternetê girêdayîbûna malî ya jiyana xwe bi înternetê, bi “gelek zêde”, %9.3 a bikarhêneran bi “nêvincî” %25.8 a wan bi “kêm” ragihandine.
Pêka berevirdên vê navendê, heşîmeta Îranê li sala 1404 de zêdetir ji 86 milyon kes bûye ku %24 a xelkê jêr temenê 15 saliyê de û bi wî awayî nêzî 59 milyon kes li Îranê de înternetê bikar tînin ku dabînkirina malî ya jiyana 32 milyon kesî bi berdewambûna înternetê ve girêdayî ye.
Li sala 1404 a Rojî de Îranê zêdetirîn rêjeya qutbûna înternetê li asta cîhanê de hebûye.