Li gorî raporên ajansa nûçeyan a "HRANA"yê, pêleke nû û berfireh a rêkarên cezakirinê li Zanîngeha Xace Nesîredînê Tûsî ya li Tehranê dest pê kiriye û herî kêm 40 xwendekarên wê zanîngehê bo komîteya înzibatî hatine gazîkirin.
Kanala nûçeyan a Xace Nesîr eşkere kiriye ku biryar bû rûniştinên dadgehkirina van xwendekaran di meha Pûşpera îsal de birêve biçin, lê ji ber ku hevdemê ezmûnan û destpêkirina bêhnvedana havînê bû, pêdaçûna dosyeyan bo werza nû ya xwendinê hate paşxistin.
Ev xwendekar rûbirûyî cezayên herasetê û egera derketina hukman bûne, lê heta niha hûrgiliyên tometan û curê cezayan nehatine ragihandin.
Herwisa rêkar di çar qonaxan de hatine dabeşkirin û piştî pêdaçûna dosyeya koma yekem, niha qonaxa duyem di qonaxa cîbicîkirinê de ye.
Ev givaşên nû di demekê de ne ku di meha Reşemiya sala 1404an de û hevdem li gel vekirina zanîngehan a piştî nerazîbûnên seranserî yên meha Befranbarê, kombûnên berfireh ji aliyê xwendekaran ve li gelek zanîngehên Îranê hatin encamdan.
Beriya niha jî berpirsên Zanîngeha Tehranê qala pêdaçûna dosyeya 30 xwendekaran di komîteya înzibatî de li ser kombûna xwendekaran kiribûn.