Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê geheşte 193 Hezar tûmenî

16:18 - 22 Tebax 2026

Li Îranê bihabûna pereyê biyanî û zêr bilindtir bû, bihayê Dolarê Amerîka di bazara azad de gihîşt 193 hezar Tûmanan, dibe ku ev yek asta herî bilind a dolarî be.

Ji hêla din ve, bihayê zêrê Îmamî jî zêde bû û gihîşt 208 milyon tûmanan. Di nava hefteyekê de bihayê zêr nêzîkî sedî 9 bilind bûye. Ev zêdebûn bi bilindbûna bihayê zêr ê cîhanî re hat. Li bazarên cîhanê Onsa zêr 101 Dolar bilind bû û gihîşt 4,603 Dolaran.

Zextên aborî yên Amerîka û biryara Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (EEY) ku danûstandinên aborî bi Îranê re sekinandin, bandora rasterast li ser vê bihabûnê heye.