Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hejmara vê carê a Rojnameya Agirî de Hesen Mukerem li ser 25ê Gelawêjê û berdewamiya xebata PDKÎ, digel rêzdar Mihemedsalih Qadirî Kadirê Siyasî ye PDKÎ hevpeyvîn encam daye

18:25 - 22 Tebax 2026

Di hejmara vê carê a Rojnameya Agirî de Hesen Mukerem li ser 25ê Gelawêjê û berdewamiya xebata PDKÎ, digel rêzdar Mihemedsalih Qadirî Kadirê Siyasî ye PDKÎ hevpeyvîn encam daye

 

Hevpevîn. Mihemedsalih Qadirî

Hevpeyvînkar. Hesen Mukerem

 

Mihemedsalih Qadirî: “Sedema man û berdewamiya Hizba Dêmokrat di heyama heşt dehsalên têkoşîna tijî ewraz û nişîvên dijwar de, vedigere ser rêçika wê ya neteweyî û nîştimanî, baweriya kûr bi dêmokrasiyê û dadmendiya civakî, rêzgirtin li ramanên cuda û hewldana ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsa kurd. Pêbendbûna Hizba Dêmokrat bi van têgihên serdemiyane û di heman demê de pratîkî, rewabûn û berdewamiya vê hizbê misoger kiriye.”

 

 

1 - Felsefeya sereke ya damezrandina Hizba Demokrat çi bû?

Damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê di sala 1945an de li ser bingeha «Komeley Jiyanewey Kurd» (J.K), hem berdewamiya pirsa neteweyî bi şêwazekî serdemane bû, hem jî guhertin û nûjeniyeke pratîkî bû di gotar û destnîşankirina stratejiya neteweyî de. Ew gavên di wê serdemê de wekî pêwîstiyekê ji bo bersivdana hin rastiyên dîrokî bûn, pêşengên wê serdemê yên kurdan karîn bi xwendineke rastbînane ya rewşa bi bandora hêzên hevalbend ên serkeftî yên Şerê Cîhanî yê Duyem ve li ser hevkêşeyên herêmî û herwisa li qada navxweyî ya Îranê, bi nirxandineke hûr a rewşa siyasî, têkoşîna gelê kurd ji bo bidestxistina armancên wan xurtir bikin.

Di rastiyê de damezrandina Hizba Dêmokrata Kurdistanê valahiyeke dîrokî nebû, belkî berdewamiya rêxistina «Komeley Jiyanewey Kurd» (J.K) ya sala 1942an bi şêwazekî serdemane bû. Ev nîşan dide ku Hizba Dêmokrat di rastiyê de gaveke bilindtir a rêxistinî bû ji bo têkoşîna neteweyî. Guhertina paradîgmaya siyasî (J.K) ber bi Dêmokrat ve, nûjeniyeke gelek giring e, çimkî J.K zêdetir li ser bingeha neteweperweriya klasîk, veşartî û girtî bû, Lê damezrandina Hizba Dêmokrat nîşana derbaskirina qonaxa «rêxistina nepenî» ber bi «partiyeke siyasî ya moderin» û xwe guncandina rastbînane bi pêkhateya civaka Rojhilatê Kurdistanê û jîngeha siyasî ya Îranê bû. Ev guhertin, bi taybetî di warê gotar û stratejiyê de, ji bo rastiyên wê serdemê gaveke jîrane bû.

Bi taybetî faktora navneteweyî ya Şerê Cîhanî yê Duyem bû sedem ku pêşengên wê serdemê (bi taybetî Pêşewa Qazî Mihemed) karibin rewşa jeopolîtîk a piştî şer baş bixwînin, xasmanî bandora zilhêzeke wekî Soviyetê di hevkêşeyên Îranê de, wekî derfetekê ji bo vejandina doza kurd bi kar bînin. Ev têgihiştin, nîşana «realpolîtîk» ango siyaseta rastbînane ya wê serdemê ye.

Ji aliyekî din ve, parastina hevsengiya siyasî ya navxweyî li Îranê di wê serdemê de gelek giring bû. Hizba Dêmokrat ji bilî têgihîştina ji rewş û kavdanên derveyî, bi li ber çav girtina rewşa siyasî ya navxweyî ya Îranê û pêkanîna hevalbendiyê li gel hêzên dêmokrasiyxwaz ên îranî hat damezrandin. Ev yek têgihiştina rêberên Kurd li ser «têkiliyên navend û digel nenavendê» nîşan dide. Lewma, damezrandina vê hizbê wekî bûyereke bi hilkeft nayê hejmartin, belkî wekî hewldaneke hişmendane, pratîkî û di çarçoveya rastiyên jeopolîtîk de tê şîrovekirin.

 

2 - Di qonaxên dijwar de, sedema wê çi bû ku Hizba Dêmokrat li ser piyan ma û berdewam bû?

Sedema man û berdewamiya Hizba Dêmokrat di heyama heşt dehsalên têkoşîna tijî ewraz û nişîvên dijwar de, vedigere ser rêçika wê ya neteweyî û nîştimanî, baweriya kûr bi dêmokrasiyê û dadmendiya civakî, rêzgirtin li ramanên cuda û hewldana ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsa kurd. Pêbendbûna Hizba Dêmokrat bi van têgihên serdemiyane û di heman demê de pratîkî, rewabûn û berdewamiya hizbê misoger kiriye. Hizba Dêmokrat rîşedartirîn rêxistina siyasî ya serdemiyane ya kurd e ku karîbû «hişmendiya neteweyî» bike tevgereke cemawerî ya siyasî ya rêxistinkirî û berdewam. Lewma mayîn û felsefeya rewabûna Hizba Dêmokrat di wê de ye ku her gav xwe wekî berpirsiyarê sereke yê parastina doza neteweyî û nîştimanî dibîne.

 

3 - Cudahiya di navbera «J.K» û «Hizba Dêmokrat» de çi bû? Û çima ev veguhestina dîrokî hewce bû?

Dibe bêjim ku piştî bidawîbûna Şerê Cîhanî yê Duyem, «J.K» çalakiyên xwe yên siyasî rawestand û di encamê de navê xwe kir «Hizba Dêmokrat a Kurdistanê». Di vê guhertinê de, bingehên Jêkafê ber bi bernameyeke zelal û diyar ve guherîn. Di dîroka wê serdemê de, çawaniya tevlîbûna guhertinên mezin ên Îranê, bi taybetî sûdwergirtina ji rewşa dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem û hebûna hêzên hevalbend li ser beşeke mezin a axa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, erkeke giran û berpirsiyariyeke dîrokî xistibû ser milê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî. Diviyabû wan bi li ber çav girtina sînorên navneteweyî û herêmî, têkiliya navbera armancên neteweyî û rastbîniya siyasî bi şêwazekî rêk bixin ku tevgera rizgarîxwaza kurd li gel rastiyên nû yên wê serdemê biguncînin.

Lewma, guhertina navê «Jêkafê» bo «Hizba Dêmokrat», gaveke siyasî ya jîrane bû ji bo ku karibin daxwaz û armancên Kurdistanê di dirûşmeyeke taybet de sînordar nekin, heta ku karibin di wê derfeta dîrokî de destkeftiyekê ji bo neteweya kurd bidest bixin. Piştî damezrandina Hizba Dêmokrat em dibînin Qazî Mihemed û serkirdeyên hizbê, yên ku karîn Komara Kurdistanê damezrînin, asoyeke dûrtir û berfirehtir di asta xweseriyê de di nav Îranê de ji bo paşeroja gelê kurd didîtin.

 

4 - Bernameya siyasî ya Hizba Dêmokrat di vê qonaxa niha de çawa dikare bersivdêra guhertinên siyasî û daxwazên nû yên civakê be?

Di vê qonaxê de Hizba Dêmokrat li hember berpirsiyariyeke dîrokî de ye. Em dibînin Rojhilata Navîn li ber destê guhertineke jeopolîtîk û dîzaynkirineke siyasî, aborî û ewlehiyê ya mezin de ye û milmilanêya aliyên herêmî û navneteweyî ji bo ragirtina hevsengiya berjewendiyên wan, bi taybetî li dijî rejîma Îranê, rehendên berbelav girtine pêş.

Di heman demê de civaka îro ya Kurdistanê, gelek ji serdema damezrandina Hizba Dêmokrat û rejîma padîşahî an dema hatina ser desthilatê ya Komara Îslamî cuda ye. Di vê qonaxê de em dibînin ku civaka Kurdistanê ji aliyê geşepêdana siyasî û civakî ve çend pêşketî ye û nifşên nû û aktorên siyasî yên nû derketine meydanê. Lewma hewce ye Hizba Dêmokrat zêdetir cehdê bike vê piralîbûnê di pêkhate û gotara xwe de nîşan bide, di heman demê de wekî hêzeke yekxer û berdewam di nav tevgera rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê de rola pêşengiyê bibîne û gotara xwe ya neteweyî û nîştimanî, li gor rastiyên civaka xwe, di çarçoveyeke berfirehtir de pêş bixe.

 

Spas bo rêzdar Mihemedsalih Qadirî.