Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yasadanerên Amerîkî dibêjin: Sernixûniya rejîmê di destê xelkê Îranê de ye

12:28 - 22 Îlon 2026

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, Brian Mast, di hevpeyvînekê de ligel torra Fox Newsê tekez kir ku dawiya rastîn a rejîma Komara Îslamî tenê wê demê tê ku xelkê Îranê rabin û welatê xwe ji dest paşmayîyên wê rêjîmê rizgar bikin û ji nû ve box we ava bikin.

Mast got ku serokkomarê Amerîkayê Donald Tiramp şiyanên leşkerî, navokî, hêza deryayî û ya esmanî yên Îranê ji nav birine. Lê belê, wî hişyarî da ku heke ji bo Pasdaran bibe devrana kevirîn jî, ew ê dîsa karê xwe berdewam bikin.

Ev yasadanerê Amerîkî destnîşan kir ku divê xelkê Îranê ew rêya ku ji bo wan hatiye vekirin bişopînin û rabin ser piyan. Wî tekez kir ku her çend zextên leşkerî û aborî yên derve giring bin jî, guherîna bingehîn û dawîanîna bi rejîmê tenê bi destê xelkê Îranê bi xwe pêk tê.