N. Eskender Ceiferî
25ê Gelawêjê di dîroka hevçax a neteweya Kurd de ne tenê rojeke asayî ye, di heman demê de xala guherînê ye di têkoşîna siyasî, netewî û rizgariyê de. Di vê rojê de, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) hate damezrandin û mîrateke mezin a xwebexşîn û berxwedanê li dijî zordarî û dagirkeriyê afirand. Damezrandina PDKÎ bersiveke dîrokî û pêwîst bû ji bo hemû siyasetên asîmîlasyon, înkar û serdestiya ku ji aliyê rêjîmên dagirker ve li ser bingeha navenda desthilatdariyê hatibûn ferzkirin.
Têkoşîna ku di 25ê Gelawêjê de hate ragihandin, berdewamî û encama rasterast a xebata dîrokî ya Komeleya Jiyanewey Kurd (J.K.) bû. Komeleya J.K. di tebaxa 1942an de li Mehabadê ji aliyê komeke ronakbîr û nîştimanperwerên Kurd ve hatibû damezrandin. Vê rêxistinê bingeheke bihêz a hişyariya netewî afirand û cara yekem di dîroka nûjen a Kurdistanê de karîbû rêxistineke sîstmatîk û modêrn bîne holê.
Komeleya J.K. ne tenê tevgereke siyasî bû, belkî tevgerek çandî û civakî bû ku alaya netewî û pênaseya Kurdî di nav civakê de zindî kir. Ji bo derbasbûna ber bi qonaxeke nû ya xebata siyasî, damezranêrên J.K.ê biryar dan ku rêxistinê firehtir bikin û bi vî awayî di 25ê Gelawêjê de Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate ragihandin. Pêşengiya vê guherînê Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed bû ku karî vê mîrata pîroz, bike bingeha avakirina yekemîn Komara Kurdistanê.
Ji roja yekem a avabûna xwe ve, PDKÎ alayê têkoşîneke piralî ji bo misogerkirina mafên netewî yên neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bilind kir. Dîroka vê partiyê, dîroka têkoşîneke mezin e ku li dijî du rêjîmên dîktator û dagirker, ya Pehlewî û rejîma Paşverû ya Komara Îslamî hatiye meşandin. Her du aliyan jî tenê yek armanc berdewam kirin: Hewla jinavbirina nasnameya Kurdî, talankirina çavkaniyên Kurdistanê, û parçekirina yekîtiya cografî û çandî ya netewa me.
Dagirkeriya li ser Kurdistanê tenê zewtkirina axê nîn e, ew hewldanek e ji bo tinekirina ruhê azadîxwaziyê û tefşkirina ziman, dîrok û rûmeta Kurdan. Di vê çarçoveyê de, 25ê Gelawêjê bûye xala rawestana li dijî vê metirsiya li ser hebûnê. Bi dirûşm û hêla xwe ya siyasî, PDKÎ karîbû hişyariya netewî di nav civakê de kûr bike û tevgerekê ava bike ku ne tenê li hember zordariyê rawestiya, belkî azadî û dêmokrasiyê wekî take altêrnatîv ji bo pêşeroja herêmê nîşan dide.
Di tevahiya van salan de, rêjîmên dagirker bi hemû amûrên xwe yên leşkerî, ewlehî û propagandayê hewl dane ku agirê têkoşînê li Rojhilat bi dawî bê. Lê belê, berxwedana Kurdistanê û domdariya rêbaza 25ê Gelawêjê nîşan da ku xwesteka azadiyê ji hemû çek û zordariyan bihêztir e. Şehîdbûna rêberên mezin ên mîna Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasmlû û Dr. Sadiq Şerefkindî, ne tenê nebû sedema lawazbûna vê tevgerê, belkî soza netewa Kurd bo domandina rêya wan kûrtir û xurtir kir. Dagirkeran hesab nedikir ku ramana azadiyê bi gulle û têrorê nayê kuştin, ew tîrêja ku di 25ê Gelawêjê de hate pêxistin, îro bûye agirgehek geş di dilê her ciwanekî Kurd de.
Siyaseta dagirkeran a li ser bingeha hejarkirina sîstmatîk, darvekirina ciwanan, milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê û zextên li ser girtiyên siyasî, hemû nîşanên bêdesthilatdarî û tirsê ne di hember hivî û daxwaziyên Kurdan de. Kurdistan îro wek kela berxwedanê rawestiya ye. Têkoşîna ku di 25ê Gelawêjê de dest pê kir, di nava hemû serhildanên paşîn de ji şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' heya hemû tevgerên sivîl û xwepêşandanên li kolanan, bandora xwe ya rasterast nîşan daye. Ev mîrat, îro di nav hemû beşên civakê de zindî ye.
Salvegera 25ê Gelawêjê ne tenê bîranîna bûyereke dîrokî ye, belkî nûkirina peymanê ye bi şehîdan, girtiyên siyasî û hemû xebatkarên rêya azadiyê re. Ew rojek e ku divê yekîtî û hevkariya navxweyî ya Kurdistanê xurtir bibe da ku bi yekdengî li dijî dagirkeriyê were rawestan. Heya ku dagirkerî û zordarî li ser axa Kurdistanê bimîne, agirê têkoşînê û ruhê 25ê Gelawêjê dê bimîne.
Di vê salvegera pîroz de, silav ji bo bîranîna hemû şehîdên riya azadiyê, silav bo vîna bihêz a girtiyên siyasî, û silav bo berxwedana bêwestan a netweya Kurd li dijî dagirkeriyê. Rêya azadî û serkeftinê dê berdewam bike!