Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Fermana Cîhadê Heta Herifîna Koşka Wilayetê

18:33 - 22 Tebax 2026

N. Şemal Terxîbî

 

28ê Gelawêjê ya sala 1358ê, ne tenê dîrokek di rojjimêrê de, belkî xaleke werçerxana stratejîk bû di dîroka hevçerx a Kurdistana Îranê de. Di wê rojê de, dema Xumeynî fermana "Cîhad"ê li dijî gelê Kurd derxist, şerekî hemîaliyane, ku heta niha jî berdewam e li dijî gelê Kurd, dest pê kir şerek ku di felsefeya Komara Îslamî de, her cûre daxwazeke mafxwazane ya derveyî desthilat û nêrîna Wilayeta Feqîhî wekî "cudayîxwazî" pênase dikir. Lê ev biryara reş û qirêj, di şûna teslîmbûnê de, bû hêvênê çêbûna destanekî dîrokî ji berxwedana neteweyî ku di şêwaz û rehendên cuda de, heta îro ku sala 1405ê ye, berdewam e.

Paş rûxana rêjîma paşayetî di sala 1357an de, xelkê Kurdistanê ku bi dehan sal bacên tepeserkariyê dabûn, bi şêwazekî medenî û rêkxistî dest kirnebi damezrandina «Şêwr û Komîteyên Xwecihî» da ku di îdaredana siyasî û civakî ya xwe de beşdar bin, belê desthilatdarên nû yên Tehranê ku têniyê takrewî û sepandina îdeolojya xwe bûn, di şûna dabeşkirina desthilatê û damezrandina sîstemekî dêmokratîk, rêya agir û asin hilbijartin. Zûtir ji her aliyekî, êrîşa xwînawî birin ser bizava karkirî û xwendekarî li Turkmensehra, Ehwaz û Belûçistanê, û tova duberekî di navbera neteweyên Îranê de çandin.

Li Kurdistanê, bi hevkarîya desthilatdarên herêmî û komîteçiyan, tawanên mezin li gundên wekî Qarne, Qelatan, Îndirqaş û Dîlançerx hatin encamdan û sêdarên Sadiq Xelxalî di dadgehên 2 deqîqeyî de, cesteyê lorîkên vê xakê kirine amanc.

 

Zêdebarî vê qirkirin û kuştarê, Kurdistan nekefte qedeman. Berxwedana gernasane ya bajarên Sine, Seqiz, Bane, Mehabad û Pawê, xewna dagirkeran kir bi bilqa ser avê. Diyartirîn û dîrokîtirîn nimûneya vê berxwedanê, «Şerê 27 Rojî yê Bajarê Sine» bû. Dema Benîseder, fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên wê demêye rêjîmê, ferman da ku artêş heta pakijkirina Kurdistanê "pêlavên xwe dernexe", bi bombebarankirina taxan û topbarankirina welatiyan, Sine kirine nav xwînê, belê îradeya gel ew tûşî şkestin û serşoriyê kirin. Berxwedan ku paşê bi fermî wek «Roja Xwe-ragirtina Neteweyî» hat navkirin.

Îro, paştî derbasbûna 47 salan ji fermana qirêj a cîhadê, hawkişeya navxweyî, herêmî û cîhanî bi temamî berewajî bûye. Em niha di qonaxekê de dijîn ku tê de Komara Îslamî ne tenê ev gefû gur û tirsandina destpêka şoreşê pê re nemaye, belkî di nava herifînekî qewareyî û leşkerî, ewlehî û aborî de ye. Spaha Pasdaran û kesên girêdayî bi Wilayeta Feqîhî ku rojekê bi fermana cîhadê û darvekirinê li Kurdistanê manovr didan, îro di bin zexta qeyranên navxweyî û herêmî de, binyata fermandariya wan tûşî herifînekî kûr bûye.

Di bersiva vê daxuyaniya hestiyar de û ji bo destserdagirtina paşerojê, rastiyeke zanistî ya dîrokî hatiye selmandin ku serkevtina dawî bêyî yekrêzî û hevdengiya navmala Kurd nayê dîtin. Ji vir ve bû ku hewcedariya dîrokî, hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê gihand xala werçerxana din, damezrandina «Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê» di rêkefta 3yê Reşemeya sala borî de. Ev hevbendî bersiveke kirdarî û siyasî bû ji bo hemû wan cehdên ku dixwestin bizava Kurd belav bikin. Ev gav nexşerêyeke ronî da xebata rewa ya gelê me da ku bi yek dengî û eniyekî bihêz ve rûbirûyê dawî demên temenê rêjîmê bibin.

Fermana cîhadê ya 1358an xwast tevgera Kurdistanê ji rêya dîrokê bibire, belê 47 sal berxwedana berdewam û gihîştina bi yekrêziya siyasî selmand ku îradeya gel ji fermana dîktatoran bihêztir e. Di vê peywendiya dîrokî ya sala 1405an de, dema ku ihtimala herifîna yekcarî û dawîhatina temenê reş û biyom ê rêjîma totalîter a Komara Îslamî ya Îranê ji her demê nêzîktir bûye, Kurdistan bi heman ramana sekular, dêmokratîk û bi piştevaniya «Hevbendiya Hêzên Siyasî», wekî sengera bingehîn a guhartinê li Îranê rawestiyaye.

Ew agirê ku di 28ê Gelawêjê de ji bo şewitandina Kurdistanê hatibû hilkirin, di sala 1405an de li ser destê yekrêziya gelê me, bûye meş'elek ku dawiyê bi taritiya Wilayeta Feqîhî tîne.