Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê ji sînorê 200 hezar Tumenî nêzîk bûye

09:05 - 23 Tebax 2026

Li Îranê bihabûna pereyê biyanî û zêr bilindtir bû, bihayê Dolarê Amerîka di bazara azad de ji sînorî 200 hezar Tûmanan nêzîk bûye, di vê heyamê de dibe ku ev yek asta herî bilind a dolarî be.
Ji hêla din ve, bihayê zêrê Îmamî jî zêde bû û gihîşt 208 milyon tûmanan. Di nava hefteyekê de bihayê zêr nêzîkî sedî 9 bilind bûye. Ev zêdebûn bi bilindbûna bihayê zêr ê cîhanî re hat. Li bazarên cîhanê Onsa zêr 101 Dolar bilind bû û gihîşt 4,603 Dolaran.
Zextên aborî yên Amerîka û biryara Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ku danûstandinên aborî bi Îranê re sekinandin, bandora rasterast li ser vê bihabûnê heye.
Ev nirxa ku me amaje pêkir heta dema amade kirina vê nûçeyê bû.