Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîza dermanan li Îranê de, dermanê navxweyî jî dest nakevin

09:50 - 23 Tebax 2026

Kêmbûna dermanan li Îranê de êdî tenê dermanê taybet yan derekî ji xwe nagire, belkî dermanên çêkirî ên navxwe jî dest nakevin.

Li gorî raporta medyayan, bo peydakirina musekkin yan dermanê Meide û demar, welatî dibe serdana çendîn dermanxanan bikin.

Êqtêsad News ê, ragehand ku dermanê ti nusxeyek tenê li dermanxaneyekê de dest nakevin.

Bi sedema girêdayîbûna alavên xav bo hawirdekirin û neguncana nirxa diyarîkirî ligel xercê çêkirinê de, berhemanîna hinek dermanan bo kompaniyayan qazanic nîne û ew berhemanînane dibe sedema valabûna dermanxanan.

Heyder Mehmûdî Pîrsalhî, Berpirsê Rêkxirava Xorak û Derman îşare bi vê kir ku givaşên cur bi cur rê li destkarîkirina nirxê digre û paşketina biryaran jî kirîz kûrtir kiriye.

Ji aliyekê din ve malpera Ferrarû, belavkir xericê veguhastina kantînerekê bo Îranê li 3 hezar bo 30 hezar Dolarê zêde kiriye.

Herwisa qerê paşkeftî a pîşesaziya derman gihaye 200 Milyard Tûmen û bîmeyan qerê dermanxanan li dema xwe de nadin.

Endamekî Komîsyona Tendirûstî a rejîmê ragehand hawirdekirina derman tenê li hind, Tirkiye û Çînê ve tê kirîn û hawirde li Ewropa ve hatiye seknand in.

Herwisa nexweş neçar in serdana 10 heya 20 dermanxanan bikin, bi taybet bo dermanê demar û hundir ku nabe bi dermanê din cihê wan bê tejîkirin.