Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî din ê nerizayetiyên meha Befranbarê hate darvekirin

09:52 - 23 Tebax 2026

Dezgaya binav dadwerî ya rêjîma Îranê, Îro yekşemê 1î Xermanan ragihand ku Mecîd Adîne, yek ji destbiserkiriyên xewnîşandanên meha Befranbar a sala borî li Kerecê, hate darvekirin.

Deshilata binav dadwerî ya rêjîmê, îdîa kiriye ku Mecîd Adîne ku li 19î Befranbarê li Mihemedşehr a Kerecê hatibû destbiserkirin, li dema girtinê de «demançeyek û 3 xeşabên fîşekan, 30 fîşek, du şokkerên elektrîkî, du qutiyên sprey a gazê ya rondikhîner, mişarek elektrîkî û şûşeyek benzîn» pê re bûye.

Deshilata dadwerî ya rêjîmê nerizayetiên meha Befranbarê bi «kûdeta» binav biriye û Mecîd Adîne bi hevkarî li gel «grupên dijminkar», Amerîka û Îsraîl û «muharebe li rêya agirtêberdana bi qesdî» tometbar kiriye. Ev îdîaye ji aliyê wî girtîyî hatibûn redkirin.

Dadgeha Înqilabê ya rêjîmê li Kerecê li gorî yasa «tundtirkiirina cezayê sîxurî û hevkarî li gel Îsraîl » cezayê darvekirinê û destbiserdagirtina milk û malan bi ser wî de sepandibû.

Gorî daxuyaniyên rêkxistinên mafê mirovî, metirsiya darvekirinê li ser zêdetir ji 100 girtiyên din jî heye.