Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Iranê Pêla nerizayetiya malnişînkiryan û Kedkaran berdewam e

11:55 - 2 Tebax 2026

Îro yekşemê, 11ê Gelawêjê, li gelek bajêr û herêmên cuda yên Îranê xwepêşandan û kombûnên nerazîbûnê yên berfireh hatin lidarxistin. Welatî di nav şert û mercên dijwar ên aborî de ketin ser kolanan û daxwazên xwe yên rewa anîn ziman.

Li bajarê Kirmanşanê, komek ji malnişînên Muxaberatê li hember xirabiya rêveberiyê û guhnedana daxwazên xwe hatin kombûn lidar xistin. Li herêma Xuzistanê, tevî germahiya tund a 50 pileyî, malnişînên bajarê Şûşê nerizayetî nîşan dan û li dijî bihatiyê, hejarî û hiqûqê kêm denge xwe bilind kirin.

Herwisa li Tehranê jî malnişînên peymangeh û dabînkirina civakî li dijî zextên jiyanê civiyan. Li aliyê din, li parêzgeha Farsê komek werzîgar û ajeldar li hember avahiya Cîhada Çandiniyê sekinîn û pirsgirêkên xwe anîne ziman. Gelemperiya nerizayetiyan daxwaza çareserkirina krîza aborî û rûbirûbûna gendeliyê kirin.

Rêjîm ti ciarî giringî nedaye pirskirêkên civakê û bi berewajî rêjîm cehdê dike ku wan nerizayetiyan bi tepeserî û gefê, bêdeng bike.