Malpera “Axios” şeva Înê, 30ê Gelawêjê, ragihand ku 40 keştiyên neftê û nêzîkî 16 milyon bermîl neft bi ewlehî ji Tengava Hormozê derbas bûne.
“Axios”, bi piştgirêdan bi zaniyariyên sê berpirsên Amerîkî ve da zanîn ku keştî ji kanala kûr a başûr derbas bûne. Ev rêjeyê, bi berçavgirtina hinardeyên Erebistana Siûdî û Îmaratê bi rêya boriyên cihgir, nêzîkî heman asta hinardeyên neftê ya herêmê ye berî destpêka aloziyan.
Li gorî rapora “CNN” ev serkeftina taktîkî ya nû ya Amerîkayê bi hevkariya Erebistana Siûdî, Qeter, Kuweyt û Îmaratê pêk hatiye. Di vê rêyê de, bi temirandina radarên keştiyan û bi hevkariya hêzên deryayî yên Amerîkayê, neftkeş bi veşartî ji Tengava Hormozê derbas dibin û li Deryaya Omanê neftê vediguhazin bo keştiyên kirryar.
Li gorî zanyariyên Wezareta Wize ya Amerîkayê, vê plananê, hinardeya rojane ya neftê gihandiye 8 heta 9 milyon bermîlan ku du qatî pêşbîniya şirovekarên neftê yên “Wall Street û Kplerê” ye.
Di heman demê de, “Donald Tiramp”, Serkomarê Amerîka, tekez kir ku “kontrola tam” ya Tengava Hormozê di destê welatê wî de ye.