Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Şîlîyê balyozxaneya xwe li Îranê daxist

10:02 - 23 Tebax 2026

Wezareta Derve ya Şîlîyê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn, bi armanca parastin û dabînbkirina ewlehiya karmendên xwe li çarçoveya nûkirina saziya oprasiyonî û bikaranîna baştir ji çavkaniyên dîplomatîk, dê balyozxaneya xwe li bajarê Têhranê li rêkevta 31ê Tebaxê dabixe û hemû karûbarên kunsûliyên li Îranê bo balyozxaneya xwe ya li bajarê Enqerê li Tirkiyê veguhaze.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku daxistina balyozxaneya Şîlî yê li Îranê û bi wateya qutkirina pêwendiyên li navbera Şîlî û paşmaweyên rêjîma Îranê nîne û pêwendî dê berdewam bin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ev biryar hevdem bi berçavgirtina rêkarên rêgirîkirinê yên bi sedema paşhatên rewşa ewlehî li Rojhilata Navîn de jî hatiye dan.

Piştî şer û zêdebûna metirsiyên ewlehî li Îranê çendîn welatên din jî yên wek Îtaliya û Swîs, balyozxaneyên xwe li Îranê bi awayê demkî daxistin û dîplomatên xwe ji Îranê veguhastin.