Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdar Muhsîn Rizayî gefa êrîşkirinê bo ser welatan dike

10:37 - 23 Tebax 2026

Pasdarê terorîst Muhsîn Rizayî ê berpirsê şêwreya bilind a ewlehiya netewî ya paşmaweyên rêjîmê gef li welatan dike, her welatek li dorpêçên aboriya nû ya Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê de alîkariyê biee Amerîkayê, dê bibe armanca êrîşên me.

Herwisa wî terorîstê rêjîmê gefxwariye hekî bernameya nû ya Amerîka bo sînordarkirina zêdetir a aboriya Îranê bi rê ve biçe, ev derfetê nadin heta dilopek neft ji kendav û tengava Hormozê re derbas bibe.

Amerîkayê daxwaz ji welatên cîhanê kiriye li dorpêşa nû bo ser rêjîma Îranê, ticaretê digel paşmaweyên rêjîma Îranê bisekinînin, neku dê rastî sizayên aborî bibin.

ji aliyê din ve pasdar Muhsin Rizayî îdia kiriye her welatek li vê mijarê de alîkariyê bide Amerîkayê, em dê bi dujmin nas bikin.

Îdiayên wî pasdarê terrorist ê rêjîma Îranê li demekê de ye ku beşek ji berpirsên paşmaweyên rêjîmê bo dawîhatina vê rewşê, lahiyan ji Amerîkayê dikin û îtiraf bi bandor û karlêkeriya dorpêçên kawilker ên Amerîkayê li ser aboriya Îranê dikin.