Li Îranê nerazîbûna malnişînan û welatiyan li dijî krîza aborî û nebûna xizmetguzariyan berdewam e.
Îro yekşemê, malnişînên pîşesaziya pola û hesin li Îsfehanê daketin kolanan û kombûna nerizayetiyê lidar xistin. Wan li dijî giranî, tewerom û xirabbûna rewşa jiyanê meşiyan û daxwaz kirin ku hiqûq û miza wan li gorî xer jiyanê bên zêdekirin.
Li bajarê Şûşê jî malnişînên dabînkirina Civakî di germahiya 50 pileyan de kom bûn. Wan bi dirûşmên "Ji zilmê re bes e, sifreya me vala ye" daxwaza mafên xwe yên yasayî û baştirkirina xizmetên tenduristiyê kirin. Herwisa li Bender Enzelî, malnişîn û xwediyên erdan ên Şefarûdê li dijî bêencambûna dozên xwe û wergirtina peran ji aliyê parêzeran ve dest bi nerizayetiyê kirin.
Ji aliyê din, li bajarê Zahedanê li Belûçistanê, welatî ji bo peydakirina kepsulên gaza malê bi çendîn demjimêran di sefên dirêj de man. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku nebûna gaza malê, şewatê, dabînkirina nan û ava jiyana rojane ya xelkê herêmê zehmet kiriye û nîşana cudakarî û bêparhiştina kûr a li wê herêmê ye.