N. Sefiye Xalidî
Çima vîzyona siyasî ya nemir Dr. Qasimlo hîn jî di nava nifşê ciwan de deng vedide. Ji bo gelek Kurdên ciwan ên rojhilatê Kurdistanê, Dr. Ebdulrehman Qasimlo ne tenê kesayetiyekî dîroka siyasî ye, belku ew nûnertiya ramaneke siyasî dike ku tevî derbasbûna bi dehan salan piştî şehîdbûna wî jî ev ramana siyasî winda nebûye: demokrasiya li Îranê, diyarkirina çarenivîsa siyasî, û naskirina nasname û mafên Kurdan. Nêrîna wî ya siyasî bi gelemperî di vê prensîba bingehîn de dihat kurtkirin: "Dêmokrasî ji bo Îranê, Xudmuxtarî ji bo Kurdistanê."
Girîngiya Dr. Qasimlo ji bo nifşê îro, ne tenê di daxwazên wî yên siyasî yên berbiçav de ye, belku di wê awayê têgihiştina wî ya ji bo têkoşîna Kurdî de ye jî. Wî nasnameya Kurdî bi dêmokrasiyê, mafên mirovan, beşdariya siyasî û Îraneke piralî ve girê dida. Di heman demê de, ew ne li wê baweriyê de bû ku pirsgirêka Kurdî dikare tenê bi rêka leşkerî were çareserkirin, bi taybetî di dawiya jiyana xwe de, wî parêzvaniya danûstandin û çareseriyên siyasî û aştiyane dikir.
Heke nifşekî nû wan wekî beşek ji nasnameya xwe bipejirîne, dibe ku ramanên siyasî ji alîgirên xwe zêdetir bijîn. Hêjahiya mayinde ya Dr. Qasimlo jî tam di vê xalê de ye.
Ciwanên îro bi derfetên cuda li gorî nifşê Dr. Qasimlo mezin dibin. Ew digihîjin medyaya civakî û nîqaşên navneteweyî yên derbarê mafên mirovan û dêmokrasiyê de, herwiha dikarin ji perspektîfên cihêreng derbarê dîroka civaka xwe de agahiyan bi dest bixin. Digel vê yekê, ew rastî wan pirsan tên ku bi dehan sal berê mijara sereke ya hizra Dr. Qasimlo bûn: Divê kêmnetewe xwediyê çi mafên siyasî bin? Çawa dikare nasnameya çandî û zimanî were parastin? Gelo di Îraneke pirreng de, wekheviya siyasî dikare çawa be?
Ji ber vê yekê, dîtina wî ya siyasî li cem hin ciwanên kurd ne wekî tiştekî serdemeke borî, belkî wekî projeyeke siyasî ya neqediyayî xuya dike.!
Ji nêrînên psîkolojîk û sosyolojîk ve, sembolên hevpar dikarin ji bo civakan roleke girîng bilîzin. Gava mirov ji bo demeke dirêj hîs dikin ku ziman, çand an daxwazên wan ên siyasî bi têra xwe nayên naskirin, ev yek ne tenê dibe sedema bêhêviyeke siyasî, belkî metirsiya bêhêvîbûn û teslîmbûna siyasî jî çêdike.
Bîranînên hevpar, kesayetiyên dîrokî û mînakên siyasî dikarin li dijî vê pêvajoyê bisekinin. Ew vê peyamê radigihînin: dîroka me girîng e, daxwazên me xwedî dîrokekê ne, û têkoşîna me ya ji bo bidestxistina mafan, tenê bi nifşekî dest pê nekiriye.
Bi vê wateyê, ji bo gelek kesan Dr. Qasimlo dikare ji tenê serokekî berê yê hizbekê zêdetir be, ew bûye sembola berdewamî û hêviyê.
Ev nayê wê wateyê ku hemû Kurd xwediyê heman nêrînên siyasî ne an jî hemû ciwanên Kurd piştgiriyê didin rêça siyasî ya Dr. Qasimlo. Civaka Kurd ji aliyê siyasî ve piralî ye. Lê belê, tam ev piralîbûn e ku nîşan dide çima kesayetiyên dîrokî yên wekî Dr. Qasimlo hîn jî bi awayên cûda tên nîqaşkirin û şîrovekirin.
Civakek ku bi salan e ji bo naskirin, wekhevî û mafên siyasî têdikoşe, pêdiviya wê ne tenê bi rêxistinên siyasî heye, belkî pêdiviya wê bi bîranîn, hêvî û vîzyoneke ji bo paşerojê jî heye. Kesayetên wekî Dr. Qasimlo dikarîn di vî warî de roleke taybet bilîzin. Ew dibin xalên referansê ku rê nîşanî nifşekî didin û nifşê li pey wan jî dîroka xwe bi wan ve girê dide.
Ji ber vê yekê, ji bo gelek kesan, mîrateya wî ne di wê yekê de ye ku mirov hemû biryarên wî yên siyasî yên wê demê bê guhertin bipejirîne. Belkî, ev yek dikare wateya berdewamkirina pirsa wî ya bingehîn be: Gelo çawa Îranek dikare derkeve holê ku tê de Kurd bikaribin bi awayekî azad ziman, çand û nasnameya xwe ya siyasî bijîn û di heman demê de bibin welatiyên wekhev ên welatekî dêmokratîk?
Tam ji ber vê yekê ye ku navê Dr. Qasimlo, bi dehan salan piştî mirina wî jî, hîn jî deng vedide. Rêberekî siyasî dikare bimire, lê ramaneke ku ji aliyê nifşekî nû ve wekî çavkaniya hêviyê tê dîtin, dikare bidome. Ji bo gelek ciwanên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber vê yekê ye ku Dr. Qasimlo ne tenê kesayetiyekî derbasbûyî yê ye, belkî sembola destbernedan ji hêviya bidestxistina mafên siyasî, rûmet û pêşerojeke demokratîk e.
Peyama Nifşê Ciwan ew e ku em Dr. Qasimlo bi bîr tînin, ne ji bo ku em di derbasbûyî de bijîn, belkî ji bo ku em vîzyona wî ya siyasî pêşve bibin. Nifşê me banga Kurdistaneke dêmokratîk dike ku tê de Kurd bikaribin bi awayekî azad ziman, çand û nasnameya xwe ya siyasî hebin bijîn û wekî welatiyên wekhev bên naskirin. Em tenê naxwazin mîrateya pêşiyên xwe biparêzin, em dixwazin wê ber bi paşerojeke dêmokratîk ve bibin. Hêviya me hêza me ye, nasnameya me berpirsiyariya me ye û mafên me yên siyasî jî paşeroja me ne.