Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji reşkirina nasnamê ve bo serbixweyî ya hizrî, Ciwanên Kurdistanê û avakirina jêrxana civakê

15:18 - 23 Tebax 2026

N. Sîbel Xubayî

 

Dema em behsa rol û şiyana ciwanan bo guhertin û pêşxistina civakê dikin, nabe rewşa taybet a civaka Kurdistanê û ew rastiya dîrokiya dijwar bê jibîrkirin ku ciwanên me tê de perwerde bûne. Ciwanên Kurdistanê tenê tiwêjek nîn in li nav civakê de, belkî hilgirê giraniya dîrokekê ne ku têde rûbirûyê siyaseta dagîrkeran, reşkirina nasname, şer û awareyiyê bûne, bo têgeheştin li bandora ciwanan li Kurdistanê de, dibe li du aliyan de em mêzêyê wê pirsê bikin, wekî qurbaniya destê dagîrkerên dîrokê, û wekî bizvînera rastîn a rizgarbûna hizrî û serbixweyî ya abûrî û civakî.

Li dîtingeha dîrokê de, dagîrkerên Kurdistanê hertim amanca serekeye wan têkşikandina Îradeya ciwanan bûye, çimkî zanîne pêşeroj û mana wî welatî girêdayî ye bi tendirûstiya hizrî û cesteyî ya nivşa nû, li bêbeşkirina wan li hînbûn bi zimanê dayîkê û sepandina kultûra dagîrker, heya digehe pêlên asmîlasyon û hewldan bo bê hêvîkirina wan û neçarkirina wan bi koçberiyê, hemû ew mijarane li kêmkirina şiyana ciwanan de bandor hebûne, ew givaşên berdewam zirarek mezin gîhandine jêrxana mirovî a Kurdistanê û astengiyên mezin li pêş geşeya xwezayî a civakê çê kiriye.

Lê tevî hemû wan birînan de, dîroka Kurdistanê eva selmandiye ku ciwan ne tenê teslîmê îradeya dagîrkeran nebûne, belkî bûne pêşengê parastina çand û nasnameya netewî, erkê îro yê ciwanên Kurdistanê li geşepêdana civakê de li çend aliyên sitratejîk de xwe dibîne.

 

1 - Parastina nasname û şerê hizrî û ragehandin: Li serdema şerê nerim de, dagîrker pitir hewla dagîrkirina hizir û hişê ciwanan didin, ciwanên Kurdistanê li rêya bikaranîna emrazên nû yên wekî teknelojiya, media, wêje û huner, dikarin dengê rastîn ê neteweya xwe bigehînine cîhanê û rûbirûyê çewtekariyên dîrokê bibin, nivîsîna dîrokê û bi destê me û belavkirina wê bi zimanên cîhanî karek girîng a ciwanên niha û wî serdemî ye.

2 - Avedankirina jêrxanên abûrî û serbixwe a darayî: Bo rizgarbûn li cureyên din ên girêdayîbûnê û bindestiyê, Ciwanên Kurdistanê hewce ye pêşeng bin li avakirina abûriyek xweragir, weberhênan li hizra nû de, warên afirandina kar, pêşwebirina werzigarî û çandiniya serdemiyane û bikaranîna zanista roj, wisa dike civaka Kurdistanê li rûyê abûrî ve serbixwe û berhemhêner be, neînkû tenê bikarhêner be.

3 - Avakirina civakek zanistxwaz û hişmend: Dagîrkar hertim hewil dide ku civaka dagîrkirî li nezanî û li paşkeftinê de bihêle, bersiva bihêz a ciwanên Kurdistanê bo wan pîlanan, bidestxistina bilindtirîn asta zanist, xwe perwerdekirin li zanîngehên navdar ên cîhanê, û veguhastina wê zanistê ye bo navxweyê Kurdistanê, ronakbîrkirina civakê beramber mafên xwe û bihêzkirina bingehên mafê Mirovî, civakê li zehmetiyan diparpêze û pêş dêxe.

4 - Bihêzkirina Yeketiya civakî û redkirina cudatî û netebayî yê: Yek ji destkeftên dagîrkeran çêkirina netebayî û çen cergetiyê bûye, ciwan dikarin bi hizirkirina serdemyane û derbaskirina sînorên deverî û hizbiyan, yekgirtîbûna civakî bipêk in, karên xwebexş, avakirina torên hevkarî û berevanî li parên dine yên zirardîtî ên civakê, ku ruhê yekîtiya netewî bihêztir dike.

Di dawiyê de ciwanên Kurdistanê herçiqas qurbaniyê destê dîrokek tejî li zilim û sitemê bûne, lê hevdem mezintirîn hêvî ne bo serkeftinê, guherîna azaran bo hêza karkirinê, û guherîna rojreşiyan bo pêşerojek zanistî û pêşkeftî, ew rêya ye ku ciwan dikarin Kurdistanê ber bi gupka herî bilind a pêşkeftin û rizgariya yekcarekî ve bibin.