N. Nûredîn Sofîzade
Serdana vê dawiyê ya Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bo Bexdayê, ku biryar bû sê rojan bidome lê zû bidawî bû du rojan ma Êraqê, ev yêk jî kûrahiya guherîna peywendiyên siyasî yên di navbera Îran û Êraqê de nîşan dide. Ev serdan, ku piştî hewildana neserketî ya Îsmaîl Qaanî yê Fermandarê Hêza Qudsê hate kirin, negeheşte armancên xwe û hewlên Tehranê yên ji bo parastina hêjmoniya xwe ya li Bexdayê tûşî astengiyan kirine.
Pêşniyarên Bêbandor ên Qalîbaf û Aborî ya Êraqê, Qalîbaf bi berjewendiyên girîng ên mîna hêsankirina hinardekirina nefta Êraqê bi rêya Tengava Hormozê çûbû Bexdayê. Lê belê, karbidestên Êraqî bi eşkereyî nîşan dan ku ew êdî naxwazin pêbendî gef û bandora erdnîgarî-siyasî ya Îranê bin. Serokwezîrê Êraqê Elî El-Zeydî piştî hevdîtinê tekez kir ku welatê wî rêyên alternatîf ên wekî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê, Baniyasa Sûriyê û Eqebaya Ordunê pêş dixe. Êraq dixwaze di nav şeş salên bê de hinardekirina nefta xwe bîne asta 8 heta 10 milyon bermîlan di rojê de, ku ev pêngav hevkariya aborî ji kontrola Tehranê derdixe.
Herwisa pêşniyara Qalîbaf a ji bo derxistina dolar ji bazirganiya di navbera her du welatan de ji aliyê Êraqî ve nehate qebûlkirin. Di demekê de ku Amerîka dorpêçên girîng dixe ser Îranê, Êraq dixwaze li ser pabendên xwe yên navdewletî be û naxwaze sîstema xwe ya darayî bixe metirsiyê.
Biryara çekkirina girûp û milîsên nava Êraqê de yên girêdayî bi rêjîma Îranê û dûrketina ji Eniya binav muqawimetê a Îranê, mijareke din a sardana Qalîbaf bû bo Êraqê kiu El Zeydî li vê derheqê de jî avekî sar ser destê Qalîbaf dakir.
Yek jimijarên herî krîtîk di vê serdanê de, mijara bêçekkirina komên çekdar ên nêzîkî Îranê bû. Tevî ku Qalîbaf daxwaza derengxistina dema bêçekkirinê kir, Serokwezîrê Êraqê gelek zû careke din ragihand ku hemû aliyên siyasî li ser kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve hevaheng in û ev prose wê bête cîbicîkirin û bi dawî bibe. Encamên serdanê nîşan didin ku heta di nav Hêza Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan de jî hevgirtina berê ya bi Tehranê re nemaye.
Bexda bi eşkereyî radigihîne ku ew siyaseta "Eniya Berxwedanê" û aloziyên leşkerî red dike û li dewsa wê stratêjiya geşepêdana aborî, dîplomasiya hevseng û peywendiyên piralî bi Welatên Erebî, Amerîka û Ewropayê re hildibijêre.
El Zeydî gotiye Qalîbaf ger em bixwazin hinek girûpên çekdar ku xwe derveyî desthilata dewletê bizanin li nava Îranê de çêkin ku fermanê ji me vergirinç, hûnê razî bibin? Qalîbaf di bersivê de dibêje çava dibe tiştekî wiha bê qebûlkirin? Zeydî dibêje ger em bikin nabe, lê çima hûn dikarin li nava Êraqê de vê îzên bidne xwe û wî karî bikin. Ku wisaye qalîbaf bersiva red wergirt.
Serdana Qalîbaf û nerazîbûna berçav a berpirsên Êraqî nîşana guherîneke stratejîk e di siyaseta derve ya Êraqê de. Bexda gav bi gav ji bin bandora siyasî û leşkerî ya Tehranê derdikeve û berê xwe dide serxwebûna aborî û navneteweyî. Ev guherîn nîşan dide ku Îran bi krîzeke kûr a rewakirin û bandorê li herêmê, bi taybetî li Êraqê, re rû bi rû ye.
Bê destkeftmana sardana Êraqçî, piştre Qaanî, û niha jî Qalîbaf li mijarên girêdayî bi Êraqê ve, torandin û hezfa hejmonî û deshilata dehan sale ya rêjîma terrorist a Komara Îslamiya Îranê ye ku nîşan dide rêjîm ne tenê li nav xweya Îranê, belkî li deverê û cîhanê de rastî herifîn û jinavçonê bûye.