Roja 31ê Gelawêja 1405, li bajarê “Coventry” yê Brîtanyayê, bi beşdariya hejmareke berçav ji kesayetiyên siyasî, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rêûresimek mezin ji bo 81 saliya damezrandina Hizbê hat lidarxistin.
Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî ji bo rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê dest pê kir.Piştre rêzdar Xalid Ezîzî, berdevkê Hizbê, gotarek li ser 25ê Gelawêjê û dîroka damezrandina Hizbê pêşkêş kir.
Ezîzî di axavtina xwe de behsa têkoşîna neteweyî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li bin alaya PDKÎ kir û amaje bi derfetên heyî ji bo pêşeroja vê têkoşînê bi taybetî di şert û mercên niha de ku piştî wan şer û aloziyane çêbûne kir. Ezîzî li ser girîngiya dîtina xalek hevbeş di navbera neteweyên cuda yên Îranê de ku maf û daxwazên gelan garantî bike tekezî kir.
Di beşeke din de dêkiyumêntek li ser 81 saliya damezrandina Hizbê hate nîşandan.
Rêûresim bi stranên şoreşgerî yên hunermend Arman Saîdpana û Omîd Tawûsî berdewam kir.
Nûnerên gelek partî û aliyên Kurdistanî jî peyamên xwe ji bo vê boneyê xwandin.
Kak Se’id, nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, gotarek li ser vê roja dîrokî pêşkêş kir.
Herwisa ev aliyên beşdar peyamên hebûn ew in
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Komela Zehmetkêşên Kurdistanê
PJAK
Partiya Azadiya Kurdistanê
Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê
Komela Kurdên Rojavayê Kurdistanê.