Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên Brîtanyayê ji bo bi terorîst nasandina Wezareta Îtlaata rejîmê

16:14 - 2 Tebax 2026

Kevneparêzên Brîtanyayê ji hikûmeta welatê xwe xwestin ku bi bikaranîna desthilatên nû yên ewlehiya neteweyî, Wezareta Îtlaatê ya Rejîma Îranê “Tora Zindeştî” wek rêxistinên terorîst bên nasandin.

Rojnameya Brîtanyayî “The Telegraph” roja Şemî, 10ê Gelawêjê, di raporekê de ragîhand ku Serokwezîrê Brîtanyayê, rûbirûyê daxwazên kevneparêzên welatê xwe bûye ku daxwaz ji desthilatdarên ewlehiya neteweyî kirine ku li dijî Wezareta Îtlaatê ya Rejîma Komara Îslamî pêngavan pihavêjin û ew wezaret wek “metirsîdartirîn” dezgeha sîxuriyê ya Îranê binav kirine.

Herwisa, kevneparêzan daxwaz kirine ku heman yasaya ku li dijî Spaha Pasdaran li Brîtanyayê tê sepandin, bi heman awayî li dijî Wezareta Îtlaatê jî bên sepandin, çimkî ew wezaret berpirsê çalakiyên terorîstî yên derveyî yên rejîma Îranê ye.

Li gorî rapora sala derbasbûyî ya Komîteya Agahdarî û Ewlehiya Parlemana Brîtanyayê, Wezareta Îtlaatê û Spaha Pasdaran di çend salên dawî de planên terorê û revandina hevwelatiyên Brîtanyayî amade kirine.

Dezgehên hevalgirî yên Brîtanyayê ev her du navend û hêzên rejîmê wek “metirsiyeke cidî ji bo ewlehiya neteweyî ya Brîtanyayê” nirxandine.

Dewleta Brîtanyayê jî berê bi fermî Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê xistiye nav lîsteya rêxistinên terorîstî yên welatê xwe.