Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM)ê ragehand, Li çarçêweya cîbicîkirina dorpêçên deryayî ên li ser Komara Îslamiya Îranê, hêzên Amerîka heya niha rêrewa 70 keştiyên bazirganî guherîne.
SENTKOMê li peyamekê de li tora civakî a (X) de îşare bi vê yekê kiriye ku hêzên Amerîka heya îro bilî guherîna rêrewa wan keştiyan, 3 keştiyên din jî li kar xistine, herwisa bo alxayîn bûn ji berçavgirtina tewaw a rêkar û yasayên dorpêçê, dadane ser du keştiyan û ew keştî vekolîne.
Wilayetên Yekgirtî ên Amerîka li mehên derbasbûyî de dorpêça deryayî wek beşek ji sitratejiya zêdebûna givaşên serbazî û abûrî bo ser Îranê bikar aniye û tekezî li ser tundtirkirina berdewamiya astengiyên li pêşiya çalakiyên deryayî ên peywendîdar bi Îranê jî kiriye.