Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%80 a miamileya dirafê biyanî ya rêjîma Îranê li Îmaratê de tê kirin

13:21 - 24 Tebax 2026

Mî’ad Melekî, piledarekî berê yê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li hevpeyvîn digel tora “CBS News” de ragihand: “Derdora %80 a miamile û guhertina dirafê biyanî yên rêjîma Îranê li bajarê Dobeyê de li Îmaratê têne kirin û ev bajar yek ji çavkaniyên bingehîn a dirafê biyanî ya rêjîmê ye”.

Navbirî tekez kir ku dewleta Îmaratê dikare li qutkirina destpêregihîştina paşmaweyên rêjîma Îranê bi dirafê biyanî û paşkevta dahata firotina neftê bi Çînê, xwedî bandor be.

Navbirî tekez kir hekî Amerîka bixwaze bi rêya aborî zêdetir rêjîma Îranê bêxe nav tengaviyan, Îmarat dikare roleke hestiyar li sekinandina danûstandinên bankî yên sîber anku nihênî û neyasayî yên paşmaweyên rêjîma Îranê de hebe.