Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi bûna xwe li navçê de, dixwaze pêşya etomîbûna Îranê bigre

13:23 - 24 Tebax 2026

Amadebûna Amerîka li Rojhilata Navîn zêdetir bi armanca rêgirîkirin ji rêjîmeke navkî li Îranê ye.

Ci Dî Vens, Cihgirê Serkomarê Ameîkayê li hevpeyvînekê de digel tora “News Max”ê, ragihand armanca bingehîn a amadebûna Amerîka li Rojhilata Navîn, rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî ye.

Cihgirê Serkomarê Amerîkayê da zanîn yek ji bihêztirîn alavên Amerîkayê bo neçarkirina paşmaweyên rêjîma Îranê bo teslîmbûnê û devberdan ji bernamên etomiye xwe, sekinandina ticareta neft û gaza Îranê ye.

Cî Dî Vens pêştir ji ragihandibû ragirtina nirxa erzan a neftê û alxahînbûn ji destpêrenegihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, bijardeyên bingehîn ên Amerîkayê ne û Koşka Sipî jî ragihand ku ev 2 bijarde, bi yek qas bo Serkomarê Amerîkayê giring in.

Amerîka qonaxa yekim de êrîş kire ser binkeyên etomî û ragîhand ku çalakiyên wan jikar xistine, êrîş kire ser hêza leşkerî, asimanî mûşekî û desthilatdarên rêjîmê parekî zêde jinav birin, niha jî bi dorpêçan, aboriya Îranê herifandiye bi qasekê ku perê Îranê bihayê vê hinde dakeft ku Dolarek geheşte zêdetir ji 200 hezar tûmenî.

Gorî gotina  Cî Dî Vens û desthilatdarên dine ên Amerîka, hemî ev pêngavane bo teslîmkirina rêjîmê û destberdan ji Bernama etomî û mûşekiyên vê ye.