Li gorî nûtirîn raporta navenda amara Îranê, teweroma xal bi xal a berhemanînê li bihara 1405an de, hevdem ligel destpêkirina şer û tundbûna givaşan bo ser abûriya Îranê, bi rêjeya %33.8 zêde kiriye û li %65 ve bo %98. 9 bilind bûye.
Teweroma berhemhêner wate rêjeya bilindbûna nirxa alav û xizmetguzariyan li qonaxa çêkirin û pêş gîhandinê bi destê bikarhêner.
Li gorî amaran, kerta werzigariyê bi tomarkirina teweroma %144.3 bilindtirîn asta giranbûnê li navbera kertên cuda de bi xwe ve dîtiye.
Herwisa teweroma demsalî a berhemanînê li %24.8 a Zivistana 1404an ve bo %28.3 li Bihara îsal de bilind bûye.
Ev bilindbûna bêmînak di demekê de ye ku şer, astengiyê ser riya çalakiyên bazirganî, dakeftina berçav a nirxa diravê Îranê û giranbûna xercê alavên xaw, givaşek giran xistiye ser abûriya Îranê, herçiqas raporta navenda amar bi rohnî îşare bi vê rêjeya diyarîkiriya bandora şer ve nekiriye.